Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Dêrên Kildaniyan kir

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Dêrên Kildaniyan kir

Îro çarşemê 07- 08- 2019an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Dêrên Kildaniyan li Iraq û Cihanê Kardinal Luis Rafael Sako kir.

A+A-

Îro çarşemê 07- 08- 2019an rokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Dêrên Kildaniyan li Iraq û Cihanê Kardinal Luis Rafael Sako  kir.

Di hevdîtinê da Serokê Dêrên Kildaniyan li Iraq û Cihanê Luis Rafael Sako, pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê ra xwest.

Herwiha di hevdîtinê da hejmarek ji kardinal û metranên kildaniyên Iraqê û cihanê amade bûn. Herwiha di civînê da rewşa mesihiyan li Iraqê û Herêma Kurdistanê bi taybet rewşa kildaniyan hate gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî behsa giringiya pêkvejiyanê ya di navbera kemîneyên dînî û neteweyî yên li Herêma Kurdistanê kir û aşkere jî kir ew ê weke hertim mafên pêkhateyên dînî li Herêma Kurdistanê biparêzin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin