Serok Barzanî li ser koça dawî ya Firset Sofî: Min kurekî xwe ji dest da

Serok Barzanî li ser koça dawî ya Firset Sofî: Min kurekî xwe ji dest da

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê, Firset Sofî peyamek belav kir.

Îro danê sibê hat ragihandin ku parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ji ber nexweşiya Koronayê li yek ji nexweşxaneyên bajarê Enqere yê Tirkiyê canê xwe ji dest daye.

Serok Barzanî ji ber wê helkeftê peyameka sersaxiyê belav kir. Peyama wî wiha ye:

Bi navê Xwedayê bexşinde û dilovan,

Nûçeya koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê dr. Firset Sofî ez xembar û dilteng kirim. Rehmetî dr. Firset Sofî, mînaka jêhatîbûn û dilsozî û destpakiyê bû. Ew kadroyekî niştimanperwer û aktîv bû. Wî di dema kurt ya parêzgariya xwe de karî nîşan bide ku jêhatî ye û xwe xist nav dilê xelkê. Ji dest dana kesekî dilsoz mîna dr. Firset Sofî, ziyaneka mezin e. Min kurekî xwe ji dest da.

Ji ber wê jî ez sersaxiyê didim me û malbat û mirovên rehmetî dr. Firset Sofî û hemû hevkarên wî yên li hikûmetê û parêzgehê û tevahiya xelkê bajarê Hewlêrê. Ji Xwedayê mezin dixwazim cihê wî behişt be û sebr û hedarê jî bide her kesî.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin