Serok Barzanî digel Partiya Komunîst a Kurdistanê civiya!

Serok Barzanî digel Partiya Komunîst a Kurdistanê civiya!

Serokê Herema Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî li Selahedînê digel şandeya polîtburoya Partiya Komînîst (Şûî) ya Kurdistanê civiya.

A+A-

Di civînê de serok Barzanî, ji ber piştgiriya referandûmê kirine spasiya Partiya Komînîst a Kurdistanê û alîgirên wê kir û rola Partiya Komînîst di wê proseya niştimanî ya giring de bilind nirxand.

 

Di axaftina xwe de Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî, bi hûrgilî behsa qonaxa piştî referandûmê û bûyerên 16ê cotmehê û helwêsta Bexda û civaka navnetewî rave kir. 

 

Partiya Komînîst jî amaje bi helwêsta partiya xwe ya li ser referandûmê û pirsên niştimanî diyar kirin û nêrînên xwe yên derbarê pirsgirêk û aloziyên pêş gelê Kurdistanê anîn ziman. 

Di civîna Serok Barzanî û Partiya Kominîst de her wiha qonaxa dawîn a Kurdistanê, pirsgirêk û çareserkirina wan hate nirxandin û herdu alî gihîştin vê encamê ku pêdiviya Kurdistanê bi yekhelwestiya siyasî heye.

Her wiha ji hêla herdu aliyan ve hate gotin ku ku hilbijartin rêya herî baş e bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û ji bo başkirina jiyana xelkê jî pêwîst e aliyên siyasî yên Kurdistanê alîkarên hikûmeta herêma Kurdistanê bin.

 

Nêçîrvan Barzanî: ‘Bexda, ji diyalogê re ne amade ye’

 

Li aliyekî din Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî civîna çapemeniyê li dar xist û got: “Me pabendiya xwe bi yekîtiya Iraqê û biryara dadgeha federal teqez dikin ku pirsgirêk li gorî destûrê werin çareserkirin. Em bang li hemû rêxistinên navdewletî dikin, ku karesata mezin a Xurmatûyê bibînin. Neteweyên Yekbûyî karesata mezin a li Xurmatoyê weke pêwîst nabîne. Em ji UMANI dixwazin derbarê binpêkirinên yasayî yên li Xurmato hatine kirin, dosyayeke taybetî amade bikin.”

Her wiha Nêçîrvan Barzanî li ser peywendiya bi Tirkiye û Îranê re got: “Em hêvî dikin di demeke kurt de têkiliyên me bi Tirkiyeyê re asayî bibin. Têkiliyên me bi Îranê re dewam dikin. Em hêvî dikin deriyên girtî werin vekirin ji ber ev di berjewndiya herdû aliyan de ye. Girtina deriyên sînor ne di berjewendiyê ti aliyekê de ye.”

Her wiha Barzanî, li ser pêşnûmeya budçeyê ya 2018an got; pesnednekirina bûdçeyê bi vî awayî ji pesendkirina wê çêtir e û nebûna bûdceyê ji hemû Iraqê re metirsî ye.

Li ser peywendiya digel Bexdayê re jî Barzanî anî zimên ku ‘niha ti diyalog bi Bexdayê re tine me gelek caran banga diyalogê kir. Em ji diyalogê re amade ne lê Bexda ne amade ye.’

Barzanî got tiştê ku niha Bexda li dijî Herêma Kurdistanê dike, ti têkiliya wê bi referandûmê re tine û wisa pê de çû: “Bexda hewl dide statûya Herêma Kurdistanê ji nav bibe. Girtina balafirgehan tenê zirarê digihîne xelkê. Tekane kêşeya me li gel Bexdayê, ne girtina balafirgehan e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin