Serok Barzanî bo yekgirtina pêşmergeyê civiya!

Serok Barzanî bo yekgirtina pêşmergeyê civiya!

Hate ragihandin Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi fermandeyên Pêşmergeyê re li ser yekgirtina hêzên Pêşmergeyê civiyaye. Di civînê de çawaniya yekgirtina hêzên Pêşmerge û kêmasiyên eniyên şer hatine gotûbêjkirin.

A+A-

Li gor BasNewsê, Fermandeyê Pêşmerge û endamê rêveberiya YNKê Mistefa Çavreş gotiye, ez û Şêx Cefer Şêx Mistefa (Fermandeyê Yekîneya 70 ya Pêşmergeyê) duh ligel Serok Barzanî civiyan.

 

Civîn bo yekkirina pêşmergeyên PDK û YNKê hate lidarxistin.

 

Mistefa Çavreş her wiha got, civîna me li ser çawaniya yekgirtina Pêşmerge û kêmasiyên eniyên şer bû.

 

Weke tê zanîn Wezareta Pêşmergeyê  prosesa modernîzasyona Pêşmergeyê dabû destpêkirin lê piştî qewimînên 16ê Cotmehê ev pêvajo hatibû sekinandin.

 

Li ser şerê devera Qerehencîr ya Kerkûkê jî wî fermandeyê Pêşmerge got, haya min jê nîne. Şeva borî xortên kurd êrişî xala kontrolê ya Heşda Şeibî li nêzîkî nahiya Qerehencîrê kiribûn

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin