Serkeftin dermanê rihê Kurdan ne! DalKurd.!

Serkeftin dermanê rihê Kurdan ne! DalKurd.!

Serkeftin dermanê rihê Kurdan ne! DalKurd.!

A+A-
Fikri Ali Işik
 
Li ser rûyê dinyayê ji bo Kurdan motivasyona hêri giring, ''biçûk an mezin'' bidestxistina serkeftina ne. Biçûk an mezin ji serkeftina pê ve tu tişt, li ser yekitîya Kurdan nikare bandoreke balkêş pêkbîne. Axa bêav çawa avê dixwaze, rihê yekitîya Kurdan jî wuha serkeftinan dixwaze. Kurd ji bilî serkeftinan pê ve ne muhtaci tu tiştî ne. Helbet serkeftinên siyasi pir giringin û xwedi bandorên tayinkêrin. Lê serkeftinê din, weke  çandî, sportif, edebi û hunêr; ew ji ''çimentoyê yekitî ya netewi'' ne.
 
Ji qur tên bila bên, çawa tên bila wusa wer in, ji me re serkeftin lazim in. Ku em rojekê serê sibê rabin û bi çavê vê dinyayê bibinin ku Niviskareki me ''Nobel'' vergirtiye, şanoyeke me derketiye ser dika  ''Broodway'',Filmeki me xelata ''Oskar'' bilind kiriye an timeke me bûye ''şampiyona hemû cihanê''; hema wê  di wê roja de, hema wê di  wê seatê de, hemû Kurd bi heman rihî li dor vê serkeftinê lihev bicivin. Baweriya min ew e û hûn jî ji vê baweriya min bawer bikin.
 
Terhên yekitîya netewi di dîroka hemî mirovatiyê de, li ser  bidestxistina serkeftina hatiye avakirin. Yekitî weke emrê xwedê hema ji nişkavê ji jor ve nehatiye holê û nebûye malê gelan û yekitîya wan ji wan re ava nekiriye. Her yekitî ji hezar ''çîrokên serkeftinê'' dertên û dibin çand û jiyana gelan.
 
Ku isal DalKurd ji liga Superettan nê derkeve û biqewize liga sereke  ''Allsvenskan'' a Swêdê, wê ew serkeftin bibe ''milata'' Kurdan. Derketina DalKurd a Allsvenskan a Swêdê serkeftineke  rasteqine. Allsvenskan pileye UEFA yê ya ku tîm dertên asta cihanê. Ku DalKurd hineki din diberxwede, di Allsvenskanê de kare bibe tîmeke cihani ku hemî Kurd bi vê serkeftinê şa bibin.
 
De ka xeyalên xwe fire bikin. DalKurd yek ji wan pêşbazê şampiyonê UEFA yê ye û em hemi Kurd her heftî maçên DalKurdê di televizyona de temaşe dikin, û navenda her bajarê ku em lê dijin bi slogana ''Her bijî DalKurd'' erş û asiman dihejînin.Hema ew dimen tenê bes e da ku li ser hemi erdê cihanê Kurd yekitiya xwe ya netewi gav bi gav ava bikin.
 
Ew ne xeyaleke ku ji me pir dure. Naxêr ew xeyal iro dibin destê me de ye. Ku em xiret bikin û bi can û dil piştgiriya DalKurd bikin, sibê du roj ê ew alav bibe malê çanda me.
 
DalKurd di pêvajoyeke wuha giranbuha de derbas dibe. Dibe ku haya me jê tunebe. Lê wa ez dibêjim û haya we pêdixim.Êdi mazereta tu kesi nine. Divê ku ji serokatiya DalKurd bigire heya aligirê ji rêze, weke roniya çavê xwe bala xwe bide DalKurd û tiştê ku ji destê wan tê ''texsir nekin.''
 
Serkeftina DalKurd ,serkeftina yekemin ya Kurdan e ku li temamê dinyayê bête qebulkirin. Ka dê ji min re bêjin ji vê meşruiyetê mezintir''meşruiyet'' heye gelo? 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin