Şerê Navxweyî ji Miletê Kurd re xizmetê nake

Şerê Navxweyî ji Miletê Kurd re xizmetê nake

Em bangî Pêşmergeyên Roj û YPŞê dikin ku divê şer û pevçûnên bi vî rengî dubare nebin û her alî li gorî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevbigerin.

A+A-

Li gorî agahîyên belav dibe; li Başûrê Kurdistanê li Şingalê di navbera Pêşmergeyên Roj û YPŞ  ya ku girêdayî PKKê de şer derketî ye. Di vî şerî de kuştî û birîndar hene.

Tecrubeyên dîrokî yên gelê Kurdistanê bi dehan cara ispat kirîye ku şerê navxweyî birînên kur di dil û hişmendîya gelê me de çêkirîye. Xêrnexwazên miletê Kurd her ji van şerên navxweyî feyde girtine.

Şerê îro li Şingalê derketîye li beşeke Başûrê Kurdistanê ku di bin desthilatdarîya parlemento û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de ye. Şingal perçeyeke Kurdistanê ye. Nabe ku bêyî xwestin û îradeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tu hêzên çekdarî ji Hikûmeta Kurdistanê re sergêjî û pirsgirêkan derxîne.Hemû hêzên çekdar yên ji Başûrê Kurdistanê ne û yên girêdayî Wezereta Pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê ne divê li gor îradeya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê tevbigerin. Yên ne ji Başûrê Kurdistanê ne û ne di bin îradeya Wezareta Pêşmergede ne divê rêzê li hikûmet û parlementoya Kurdistanê bigirin û ji Şingalê vekişin.

Em bangî Pêşmergeyên Roj û YPŞê dikin ku divê şer û pevçûnên bi vî rengî dubare nebin û her alî li gorî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevbigerin.

PAK, PDK-Bakur, PSK

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin