Şerê Îdlibê bandor li pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê dike

Şerê Îdlibê bandor li pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê dike

Li Sûriyê li herêma Idlibê, di navbera mixalifan û rejîma Sûriyê ku Rûsya piştevaniya wê dike de, şerek giran didome.

A+A-

Li Sûriyê li herêma Idlibê, di navbera mixalifan û rejîma Sûriyê ku Rûsya piştevaniya wê dike de, şerek giran didom e. Di rojên borî de, li Sûriyê bi firokeyan, êrîş li konvoya leşkeri ya Tirkiyê hate kirin, ku ev yek ji aliyê Wezerata Berevanî ya Tirkiyê hate şermezarkirin. Niha jî, dahatuya têkiliyên Tirkiye û Rûsya tê meraqkirin. Ligor pisporan, têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bi pêywendiyên Tirkiye û Amerîkayê ve girêdayî ne. Herwiha pispor dibêjin, di rojên pêş de îxtimal e, ku hin êrîşên din jî pêk werin, lê dê ne mayînde bin.

Li Sûriyeyê êrîşên rejîma Sûriyeyê yên ser Idlibê ku piştevaniya wê Rûsya dike bênavber didomin. Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê jî beriya niha ragihandbû ku firokeyan êrişî Xala Çavdêriya Serbazî ya wan li Îdlibê kiriye û di encam de 3 kesên sivîl canê xwe ji dest daye û 12 kes jî, brîndar bûn e. Ji aliyê Wezaretê ve hat gotin ev êriş binpêkirina peymanan e û dijî hevkarî û diyaloga di navbeyna Tirkiyê û Rûsyayê de ye. Wezîrê Derve yê Rûsyayê dabû xuyakirin, ew bibiryar in êrişên Heyet Tehrîr Şam li Îdlibê bişkîn in û di derbarê mijarê de Tirkiye jî hatiye agahdarkirin. Niha jî tê meraqkirin ku dê ev êrîş çi bandorê li ser pêşeroja têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê bike

Pispor Burak Bîlgehan Ozpek amaje dike li Idlibê têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bi pêywendiyên Emerîka û Tirkiyeyê ve hatine girêdan. Ozpek dibêje heta Tirkiye mizakereyên herêma ewla îxlal bike dê kiryarên Rûsyayê hember Tirkiyeyê jî hişktir bibin.

Burak bîlgehan Ozpek - Pisporê Rojhilata Navîn, dibêje:"Encamên mizakereyên di navbera Tirkiye û Emerîkayê ya ser avakirina navçeya aram bandor li ser pêşeroja rêkeftina Astanaya dike. Di rêkeftina Astanayê de Tirkiye jî yekparêziya xaka Sûriyeyê têyît kiribû. Niha Tirkiye ji bo avakirina navçeya aram li pey e ku bi Emerîkayê re rêkeftinekê bike. Ji loma jî ev yek dij xalên Astanayê ne. Di mutebakata Idlibê de jî Tirkiye teahûd kiribû ku dê rê li ber êrîşên hêzên mixalif bigre. Demekî dirêj ev yek nehatin bi cîh anîn, Rûsyayê jî li konvoya Tirkiyeyê xist."

Serokê Kafkasamê Hasan Oktay jî dide zanîn ku ji ber tifaqa Tirkiyeyê ya bi Emerîkayê re ev êrîş hatiye kirin lê belê demkî ne. Oktay dibêje dibe ku heyam heyam ev êrîşên wisa pêk werin lê rasterast Tirkiye û Rûsya dê neyên hember hev.

Hasan Oktay - Serokê Kafkasamê, got: Tirkiye li rojhilatê Sûriyeyê bi Emerîkayê re û li rojava jî bi Rûsyayê di nava ceribandinekî tifaqê de ye. Ji ber tifaqa bi Emerîkayê re jî êrîş li konvoya Tirkiyeyê hate kirin. Dibe ku di rojên pêş de jî li herêmê tansiyon zêde bibe lê dê mayînde nebe. Herwiha ji ber ku Îran li herêmê pasif maye dibe ku têkeve nav hin teşebûsên yên tifaqan ji nav bibe. Lê ew şensê Tirkiyê tune ku dev ji tifaqên ku bi Rûsya û Emerîkayê re kiriye berde.

Di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de di 3-4ê Gulana 2017an de rêkeftina Astanayê hatibû îmzekirin. Li gorî rêkeftinê ji bo pêkanîna parastina yekparêziya xaka Sûriyê û xweserbûna wê dê herêmen ewle hatiba damezrandin. Herwiha di 18ê Îlona 2018an de jî di navbera aliyan de rêkeftina Soçiyê hatibû îmzekirin ku tê de têkoşina dij Heyet Tehrîr Şamê û li Idlibê di navbera rejîma Sûriyê û mixalifan de avakirina heremekî bêçek hatibû teqezkirin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin