Şerê dest û boksan di navbeyna parlementerên AKP û CHP de

Şerê dest û boksan di navbeyna parlementerên AKP û CHP de

Şerê dest û boksan di navbeyna perlemanterên CHP û AKP de li Parlemana Tirkîyê rû da.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Nûçegihanê Kurdistan 24 li Enqera  ragehand, ku di civîna îro ya Parlemana Tirkîyê de, Engin Ozkoç Cîgirê Serokê CHP rexne li sîyaseta Serokomarê Tirkîyê Receb Tayiip Erdogan girt, ku ew ji Erdogan natirsin û ti carîjî,  ji wan kesan natirsin ku xîyanet li Tirkîyê kirin e. Di beramber de, endamên fraksîyona AKP bersiva wî dan û şer di navbera perlemanterên her du alîyan de derket.

Vê sibehê Serokomarê Tirkîye ê Serokê AKP Recep Tayyip Erdogan liser sîyaseta CHP hemberî Operasyona Idlibê dîyar kiribû, ku ev rexne yên bêşeref, bêheysîyet û xayinan in.

Di beramber de CHP jî, helwêstek tund ragihandibû û di civîna Parlementoyê de Ozkoç, Erdogan bi bêşeref, bêheysîyet û kujer binav kir, ku bû sedem parlementerên AKP êrîş bikin ser û şerek dest û boksan di navbeyna parlementerên AKP û CHP de derkeve.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin