Serbazê Amerîka: Welatên cîran li ser Kurdan nûçeyên şaş didin Amerîkayê

Serbazê Amerîka: Welatên cîran li ser Kurdan nûçeyên şaş didin Amerîkayê

.

A+A-

Serbazê Artêşa Amerîkayê yê berê Mathew Cancian diyar kir ku ji ber zilma li ser gelê Kurd biryar daye ku alîkariya gelê Kurd bike û wiha dibêje “Welatên cîran gelek nûçeyên şaş di derbarê Kurdan de didin Amerîkayê.”

Mathew Cancian piştî leşkeriya xwe vegeriya welatê xwe û dets bi perwerdehiya mastera xwe kir. Di sala 2014an de piştî êrişa DAIŞê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û berxwedana Kudan biryar dide ku li ser Kurdan lêkolîn bike.

Mathew Cancian beşdarî bultena Rûdawê bû û di derbarê lêkolîn û xebatên xwe yên li ser Kurdan de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.

Di derbarê naskirina Kurdan de Mathew Cancian got “di sala 2014an de wek ku hemû cîhanê jî dît, ew êrişa DAIŞê li hemberî Kurdistanê, mît dît ku gelê Kurd li hemberî vê zilmê li Kobanî û Vaşûrê Kurdistanê berxwedaneke dijwar kir. Min biryar da ez hewl bidim alîkariya gelê Kurd bikim.”

Cancian da zanîn ku di havîna 2015an de tê Kurdistanê û li gel rayedarên Pêşmerge û mirovên din dest bi lêkonîn xwe dike.

Mathew Cancian tekez kir û got “Mixabin piraniya nûçeyên di derbarê Kurdistanê de ji paytextên welatên din tên Amerîkatê û ji ber hindê gelek şaşitî di wan nûçeyan de hebûn û hê jî hene. Gelek rayedarên Amerîkî difikirin û agahdarin lê bi rastî ew ji rewşa Kurdan ne agahdar in. Wek nimûne bo referandûma 2017an de, xelkê digot Serok Mesûd tenê bêtir pere dixwaze û eger bêtir pere bidin Serok Mesûd, ew dê referandpmê betal bike. Ev ne rast bû, ev gelekî çewt bû. Ew difikirin ku milettê Kurd ne welatparêz in, ev tewş û çewt e. Ji bo van van şaşitiyan kêmasiyan sererast bikim, ez van lêkolînan dikim.”

Cancian di derbarê lêkolînên xwe de amaje bi yekê kir lêkolînên ku ew kom dike di malperên ewlekariyê yê Amerîkayê kovarên akademîk de belav dike.

Li ser hînbûna Kurdî jî Mathew Cancian diyar kir ku bi pirtûkên rêzimanên Kurdî dest bi fêrbûna Kurdî kiriye û fêrbûna Kurdî jê re gelek dijwar bû ye û bi koçberekekî Bakurê Kurdistanê re pratîk kiriye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin