Seranserê Kuçeya Hunerê kirin beton

Seranserê Kuçeya Hunerê kirin beton

.

A+A-


 Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin, anî ziman ku di bin navê "nûkirinê" de Kuçeya Hunerê di bin betonê de hatiye hiştin û projeya hatiye çêkirin projeyeke ji endezyarîtî, mîmartî, teknîk û estetîkê bêpar e. 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, di 12'ê Kanûna 2020'an de di bin navê "nûkirinê" de li Kuçeya Hunerê ya Taxa Kooperatîfler a navçeya Yenîşehîrê dest bi xebatekê kiribû. Di vê xebatê de kevirên parkeyî, bank û qadên peyzajê yên kuçeyên hemû hatin rakirin û kuçe bi betonê hat seyandin. 
 
JI ENDEZYARTIYÊ BÊPAR 

 
Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin, destnîşan kir ku projeya hatiye çêkirin projeyeke ji endezyartî, mîmartî, teknîk û estetîkê bêpar e. Aydin, anî ziman ku dema proje hatiye amadekirin şêniyên kuçeyê û dînamîkên bajêr daxilî nav nehatine kirin. 
 
Aydin, da zanîn ku îhaleya projeyê nehatiye kirin û got: "Di înîsyatîfa çend burokratan de bû û bi awayekî veşarî hat kirin. Lê niha gava em li dîena heyî dinerin, em dibînin ku Kuçeya Hunerê veguheriye kuçeyeke cêb. Dar û nebatên berê hatine rakirin. Ax hatiye rakirin. Berê cihê bêhnvedanê bû, lê niha di nav betonê de maye. Rê hatiye firehkirin û wekî rêyeke dubleyî asfal çêkirine. Ew rêyên dubleyî yên li dora Sûra dîrokî hatine çêkirin, heman tişt li Kuçeya Hunerê jî çêkirine. Projeyeke ji endezyartî, mîmartî, teknîk û estetîkê bêpar çêkirine." 
 
Aydin, diyar kir ku ji bo projeyê bibînin nivîsek ji şaredariyê re nivîsandine, lê belê bersiv nehatiye dayîn. Aydin, destnîşan kir ku li bara gel tu qîmeta vê projeyê tune ye, tenê ji bo hin kes rantê bi dest bixin projeyên bi vî rengî tên çêkirin. 
 
LI ENQEREYÊ TÊN XÊZKIRIN 
 
Aydin, destnîşan kir ku projeyên ku gava şêniyên derdorê daxilî nav neyên kirin piştî wextekê dê bi kêr neyên û got: "Heger dilê me û projeyeke baş hebe, nexwe divê rêxistinên pîşeyî, Odeya Mîmaran, TMMOB, tevgerên ekeolojiyê, keyayê taxê û nûnerên taxê jî daxilî nav projeyê bibin. Lê belê me li Sûrê jî dît, projeyên bi vî rengî rasterat li Enqereyê tên xêzkirin û tiştên wisa ecêb derdikevin holê." 
 
BI DESTÊ BUROKRATÊN DERVEYÎ BAJÊR TÊN ÇÊKIRIN 
 
Aydin, diyar kir ku projeyên bi destê burokratên li derveyî bajêr tên çêkirin û got: "Projeya Kuçeya Hunerê jî dan be rînîsyatîfa burokratên ji Kocaelî, Sakarya û Xarpêtê hatine. Lê em Odeya Mîmaran daxilî nav projeyan nayên kirin. Bersiva me nadin. Projeyê naşînin. Çima vedişêrin? Fikara wan komek e, mifha hin kesa ye." 
 
MA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin