Sendroma Kurdistanê: Melankolîya Kolonyal (1)

Sendroma Kurdistanê: Melankolîya Kolonyal (1)

Mixabin kurd dê bi ti awayî bi ser gramera kolonyalîzmê venebin û ev fantezîya kolonyal dê her bi ûcba vî tiştî nû bibe. Nifşên ne ji bo welatê xwe lê ji bo metropolên mêtinkaran, ji bo Îzmir û Stenbolê nû dê heyranî û hezkirinên xwe veneşêrin.

A+A-

Li Kurdistanê cihê ku patolojîya herî giran lê tê jîyîn Bakurê Kurdistanê ye. Sîstema mêtingehê ya ku bûye kronîk û bi kûr de çûye, li mêtingehê di nasname û kesayetîyên civakî û takekesî de krîzeke patolojîk afirandîye (melankolîya abadîn), her wiha li ba kolonyalîstan rewşa patolojîk ya zordestî û tundûtujîyê ye.

Sharo I. Garip[email protected]

Êzîdî me, Elewî me, Misilman im ne Kurd im!

Binyada kolonyal ya li Kurdistanê, ji têkilîyên civakî bigire heta bi binyada malbatê, trawmayên takekesî û kolektîv derxistin holê. Şerê ku di nava şert û mercên kolonyal de normalîze bûbû, di rewşa tundûtûjî û pêkûtîyê de halên ruhî yên nû jî hilberandin. Bi taybetî rewşa ruhî ya takekesên mêtingehê di rewşeke dureh (hybrid) de ye. Bi gotineke din jîyara normal û rojane bi xewnereşka kolonyal ya ku tê de tê jîyîn, cih guherandîye. Nasnameya xwezayî ya ku di pêvajoyeke dirêj de tûşî pêkutîyê bûye û bi ser de hatîye mûmîkirin û nasnameya ku di xanûmana kolonyal de hatîye ristin di herka jîyanê ya rojane de bi boranên dijwar û medcezîran ve bûye sedema Terabebûna Nasnameyî ya Kolektîv (“Dissociative Collective Identity Disorder”) (Dell, 2006, R. 1-21). Bi taybetî piştî heyema dirêj û sext a asîmîlasyonê, di qad û serdemên gewr de yên ku tirûşa nasnameyê û verişîna nasnameyê hêçandine, mirov di nasnameyên kolektîv de dikare rastî dudilîyên micid û tengezarîyan bê.

Sendroma Kurdistanê; zîyana rastîyê ya ku her ji bo xwe cîhaneke sentetik saz dike, ya ku zirarê dide xwe, tengezarîya nasnameyê û halê ruhî ya ku di heman demê de nefret û hezjêkirina kujerê xwe di xwe de dihewîne û rewşa bîyanîbûna li xwe ye. Kurd, bi dehfdana domdar ya derhişî ya xewnereşkên ku dijîn re rewşeke ku mirov dikare weke Amnezîya Epîdemîk bi nav bike dijîn. Li ser meseleyê; piranîya kesên ku ji komkujîya Dêrsimê filitîne Elewî; piranîya kesên ku ji wehşeta Şengalê filitîne Êzîdî; piranîya kesên ku li cihên wek Çewlig, Agirî, Dîyarbekir, Elezîz û Erzeromê jî dê bûbûna Misilman, bes careke din bi ti awayî dê nebûna kurd.

Li vê selexaneya mirovan de carinan dê û bav li qetla zarokên xwe carinan jî zarok li qetla dê û bavên xwe naçar dimînin ku bi çavên serê xwe temaşe bikin. Helbet ne pêkan e ku mirov hêvîya li saxlemîya vê civakê bigire. Zarokên ku li kelefeyên felaketa kolonyal û şerî de bîr bi xwe birine, ji ber ku nikarin tiştên ku hatîye serê wan bi pratîkên azad û bê şer re berawird bikin normalîteyeke din nas nakin; rewşa şer û tundûtijîyê normal dibînin û li rêyên adaptasyona wê yekê digerin. Xorebûn û pêkutîlêbûn dibin sedema bergirtîbûn û melankolîyê. Mêtinkar gelekî kêfweş in ji melankolîya kolonyal ya ku ji berê de hatîye raber kirin û programkirin; çinku ev melankolî pasîftî û bendewarîyeke veşartî ya ji efendîyê dihewîne. Di şert û mercên îroyîn de pratîkên girtîgehê yên hatine îdealîzekirin û teorîyên mibalexeyî yên berdêldayînê jî berhemên vê melankolîyê ne hinekî. Mêtinkar bidestdanîna li ser vê melankolîyê, bi amûrên têvel (li ser meseleyê rêzefîlmên televîzyonê) vê melankolîyê jinûve hildiberîne (ev melankolî berê kurdan dide xelaskerekî (Mesîh) û qederparêzîyê)

Mixabin kurd dê bi ti awayî bi ser gramera kolonyalîzmê venebin û ev fantezîya kolonyal dê her bi ûcba vî tiştî nû bibe. Nifşên ne ji bo welatê xwe lê ji bo metropolên mêtinkaran, ji bo Îzmir û Stenbolê nû dê heyranî û hezkirinên xwe veneşêrin. Têkilîya kurdên ku bengî ne bi metropolên Tirkîyeyê, bi dibistanên wan, bi zimanê tirkî û parlamentoya wan re, ji hêla têkilîya di navbera bindest û serdestan re nîşaneyeke ibretê ye.

Modeya bizavên sîyasî yên tirkan ku kurd jî di nav de ne, bi gotina George simmel, bi azwerî û dilbijîna yên kolonîzebûyî ji bo kolonyalîstan çêl fonksîyona fermanrewatîyê ya modayê dike. Ev yek di heman demê de tê wateya hêvîyên nepenî û tirsa biryar negirtina bindestan ya bi tena serê xwe jî. Tezên ku bênavber tên pompekirin yên wek “kurd bê tirk, tirk jî bê kurd nabin” jî tesîra narkoz û hetta ya rajêrîyê nîşan dide. Bîrereşîya kurdan ya ku piştî gelek salan nevîyên  Înonu û Sidika Avarê jinûve ji bo xwe weke efendî hildibijêrin nişan dide bê ka karxaneyên mêtingehê yên ku aqlê protez li wan tê hilberandin çiqas xwedî bandor e. Welatîbûna kolonyal ya Komara Demokratik jî yek ji wan modayên dawî ye ku derpêşî bazarê bûye. Ev tezên ku ji bo dijkolonyalîzmê hatine hilberandin, ji bo rê li ber girtina hişmendîya kurdî ya ku bi pêş dikeve ye. Melankolîya perok (fantezîya terbîyekirina efendîyan wek bendewarîyek (iluzyon)) ya ku yek ji wan mînakên herî baş yên demên dawî ye îhtîmal e ku vê yekê dibîne: li serhildanên kurdistanê polîs û leşker dê çekên xwe daynin û xwe bidin hêla xwepêşanderên kurd. Vegera ji bo daristana azad rehettir tê dîtin ji dilxweşkirina bi melankolîya ku îluzyona negengazîyê ye. Di rastîyê de li paş vê îluzyona ku ketîye dilqê teorîyê tirsa jixwenebawerîyê heye.

Kolonyalîstên ku pisporên Anastezîya Civakî ne, gelekî baş tecribe kirine bê ka bindestan li kû derê di asta mîkro û makro de tûşî felcê bikin. Ev rewşa ku em dikarin wê wek Anastezîya Ruhî pênase bikin, mirovên mêtingehê anîye asteke wisa ku êdî hema bibêje bi wehşeta heyî nahesin. Halê ruhî yê mêtinkaran ku dibêje me giş tawan kirîye lewma em ti kes jî ne tawanker in û ya mêtinbaran ku dibêje li gor ku em hemû bindest in kes ji me ne bindest e, vediguhere rêgeza xwe razîkirinê (xwe xapandinê). (Hipnoza kolektîv-rehaweta îtaetê). Hemû mekanîzmayên vê Hîpnoza Kolektîv, bi rêya daxilîkirina kolonyalîzmê bi awayekî sîstema kolonyal û kolonîzatorê meşrû û nedîbar kirîye. Li Kurdistanê sefalet û xerabî bi tenê nebûye tiştek ji rêzê, ew di heman demê de bûne anonîm jî.

Kolonyalist, ji hêlekê ve tundûtijîya xwe bi qanûn û nirxên moral ve meşrû dike û ji hêleke din ve jî bi xêra pîşesazîya fantezîyê bênavber propagandaya bi tawanîya yên bûne qurban dike. Kolonîzator tundûtijî-wehşetê û dibistanên terbîyeyê weke norm û qudreta şerefê jinûve pênase dike. Li ser meseleyê biker dibêje, “em bes işkenceyê dikin lê belê hûn mirovan dikûjin.” Li gor kolonyalîstan şikence û felaketa ku qurban dijî dîsa ji ber qurban bi xwe ye. Ev psîkolojîya tawanbarîyê ya ku bi qurban re çêdibe, berê wî dide ku her bêgunehkarî û qencbûna xwe li hember efendîyê biselmîne. Car caran di dibistan, girtîgeh, mehkeme an jî rêzefîlman de em rastî kiryarên wekî şefqetê yên efendîyê tên; lê belê şefqeta sexte û bi jehr ya ku efendî nişan dide, ji amraza xwedîkirina şanazbûn û melankolîyê pê ve ne tiştek e (Cîbran, 1999, r. 76).1

Li Kurdistanê cihê ku patolojîya herî giran lê tê jîyîn Bakurê Kurdistanê ye. Sîstema mêtingehê ya ku bûye kronîk û bi kûr de çûye, li mêtingehê di nasname û kesayetîyên civakî û takekesî de krîzeke patolojîk afirandîye (melankolîya abadîn), her wiha li ba kolonyalîstan rewşa patolojîk ya zordestî û tundûtujîyê ye.

GİRÎNGİYA MEKAN Û METNÊ

H. Lefebvre dibêje ku rabêja ku çêl mekanê nake valahîyeke xedar e, çenebazî ye (Lefebvre, 2004, r. 153). Divê mirov metnê jî li vê zêde bike. E. Hobsbawm jî dibêje dibe ku teorî carinan dibe sedema rûxandinên pir mezintir ji bombeyên ku IRA bi kar tîne. Teorîyên ku ji kolonyalîzmê hatine deynkirin li Kurdistanê dibin sedema deformasyonên xedar. Dîroknûsîya kolonyal û teorîyên mêtinkarîyê yên ku di asta ramanî de ji bo qadên fikirîn û jîyana binecihan hatîye honandin, di asta dîtbar a çand û hunerê de mekanîzmayeke rûxandinê ya bi fenekîyên zirmezin mişt hildiberîne. Biratîya Tirk û Kurdan ya ku weke humanîzmayeke mêtinkarîyê hatîye teorîzekirin, maskeyek e ku ji bo nixumandina tawanbarîya tecawizên erjeng hatîye hilberandin.

Kurdê ku ne bi tenê gorên wî lê di heman demê de bîra wî û cihana wî ya fikrî jî bi giştî hatîye talankirin an xwe diavêje bextê efendîyê xwe an jî li pey wê xeyalê ye ku ew ê dê rojekê efendîyê terbîye bike û rizgar bibe. Lê belê efendî, nayê terbîyekirin, bêhtir ew terbîye dike. Payîn û evîna nepenî ya wan kesên ku ji perwerdehîya sîstema kolonyal derçûne, melodramayeke trajîkomîk û melankolîyeke rajêrîyê ye. Weke ku Fanon dibêje, mirovên mêtingehê berê pêşî divê bi redkirina daxîlîkirina statû, kesayetî û nasnameya kêmxistî ya ku kolonîzatoran ji bo wan fesilandîye û bi çavên kolonîzatoran nihêrîna li xwe, dest bi têkoşînê bike. Divê mekan û metnên wek Tirkîyeyîbûn, niştimanê hevpar, biratî, Anatolîtî û hwd yên ku kolonîzator ew hilberandine red bike. Evana koordînatên nû ne ku mêtinkarîya nû ew ji bo berdewamîya desthilatî û raserîya xwe dîyar kirine. Ji bo vê divê di asta mîkro û makro de hişmendîya neteweyî weke amraza berevanîyê were bipêşxistin. Di têkoşanên civakî de tişta dîyarker ji amrazên ku têkoşîn bi wan hatîye kirin zêdetir hişmendî ye (multiplier effect of consciousness/Bandora Carînê ya Hişmendîyê).

Weke gotina dawî mirov dikare bibêje ku kolonî, weke baxçeyekî ajalan e ku hatîye veguheztin ji bo sîrkê, lê belê meymûnê ku li pişt caxan li gel her tiştî car caran bi bêrîya daristana azad dijî. Mirovê mêtingehê jî di rêgeha tansîyoneke bilind de bêhizûr û bêçareye. Di ser de xeyalên wî jî hatîye dagirkirin, daristana ku dê vegere jî tê şewitandin. Ji bo xerakirina vê sêhra kolonyal pêwîst e mirov her dem daristana wî ya azad bîne bîrê û pê bide bawer kirin ku ew ne bêçare ye. Ango bi awayê teorîk pêwîstî bi Hilweşangerîyeke Kolonyal heye.

(1) Khanna, R. (2003). Dark Continents. Duke University Press.

(2) Yek ji wan mekanîzmayên ku meşrûîyetê saz dike jî ev rewş e.

Çavkanî
Cibran, H. (1999). Fırtınalar. Kaknus Yayınları.
Dell, P. F. (2006). A New Model of Dissociative Identity Disorder. Psychiatr Clin N Am .
Lefebvre, H. (2014). Mekanin Üretimi. Istanbul : Sel.
Khanna, R. (2003). Dark Continents. Duke University Press.

*Dr., Zaningaha Köln Instuta Orientalizm

Gazete Duvar

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin