Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê êrîşa li dijî Rûdawê şermezar kir

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê êrîşa li dijî Rûdawê şermezar kir

.

A+A-

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê êrîşa li ser Ofîsa  Rûdawê ya li Qamişlo şermezar kir û ji Rêveberiya Xweser xwest ku ewlehiya xebatkarên medyayê biparêze.

Şeva bihorî derengê şevê di demjimêr 00:30an de ji aliyê çend kesên nenas ve li bajarê Qamişlo bi molotofan êrişî ofîsa Rûdawê ya Rojavayê Kurdistanê hat kirin û di encamê de beşek ji ofîsê şewitî.

Komîsyona Çapemeniya Azad û Mafên Rojnamevanan a Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê îro 28ê Îlona 2021ê bi daxuyaniyekê êriş û şewitandina Ofîsa Rûdawê ya li Qamişlo şermezar dike û dibêje: “"Em êrîşa li dijî Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya li bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistnê bi tundî şermezar dikin."

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bang li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje divê tawanbar bên girtin û cezakirin.

Sendîka herwiha daxwazê Rêveberiya Xweser dike ku ewlehiya rojnamevan û azadiya medyayê li Rojava were parastin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tevî xebatên berdewam ên sendîkeya wan ji bo piştevaniya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ji bo sînorekî ji binpêkirinên li dijî rojnamevan û dezgehên medyayî re were danîn, lê “rêzebinpêkirinên li dijî dezgehên medyayaî û rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê berdewam in."

Peyamnêra Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, Vîviyan Fetah piştî êrişê li nav ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya li Qamişlo ragihand, heta niha nasnameya kesên êrişkar nehatiye zanîn, lê belê hêzên Asayişê yên Rêveberiya Xweser derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.

Li aliyekî din, di dîmenên ji kamêrayên çavdêriyê yên Ofîsa Rûdawê ya li Qamişlo de xuya dibe, ku du genc bi ser û çavên nixumandî diçin nav hewşa ofîsa Rûdawê û du koktêl molotofan davêjin nav ofîsê û paşê direvin.

Di encama avêtina wan molotofan de, agir bi beşekî avahiya ofîsê ketiye û beşek jê şewitiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin