Senatoya Amerîkayê qanûna dorpêçên ser Tirkiyê qebûl kir

Senatoya Amerîkayê qanûna dorpêçên ser Tirkiyê qebûl kir

.

A+A-

Senatoya Amerîkayê qanûna dorpêçan ya ku Tirkiye jî di nav de ye qebûl kir. Trump qanûna budçeya bergiriyê ya Amerîkayê ku dihat gotin dê veto bike qebûl kir ku di budçeyê de 740 mîlyar dolar pere hatiye veqetandin. Bi sedema qanûn di meclisa nûneran û Senatoyê de derbas bûye, Trump nikare veto bike.


Li gor ragihandina Bloombergê Trump qanûn tesdîq kiriye ku di çarçoveya CAATSA yê de ye. Nûçeyeka dinê ketibû ser çapemeniyê û dihat gotin ku ji 10 xalên dorpêçên ser Tirkiyê Trump mecbûre ji wan 5 xalan bicîhbîne. Nehate zanîn bê raste an na. Di qanûn de çi hene?
 

-Kesên an dezgeyên dikevin ber dorpêçê desteka bankayan ya îtxalat û îxracatê ji wan tê birin.
 

-Ruxseta mal û teknolojiyê bo wan nayê dayîn.


-Rêxistinên darayî yên Amerîkayê kredî nadin wan.


-Rêxistinên darayî yên navdewletî kredî nadin wan.


-Îhale bo wan nayên dayîn û peyman bi wan re nayên çêkirin.


-Karê ser dowîzan bo wan qedexeye.


-Banka an dezgeyên din, nikarin pere li ser navên wan bişînin an qebûl bikin.


-Kesên di ber dorpêçan de nikarin li Amerîkayê mal û milk bikirin.


- Kesên di nav dorpêçê de nikarin herin Amerîkayê.


-Amerîka dikare dorpêçê deyne ser kesên di asta bilind yên dewletên din û rêvebirên dezge û şîrketan.


Eger Tirkiye S-400 an nexe rê û nexebitîne, dibe ku van dorpêçan bo ser Tirkiyê daneynin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin