Senatorên Amerîkî: Erdogan bê şermane êrişî kurdan dike

Senatorên Amerîkî: Erdogan bê şermane êrişî kurdan dike

.

A+A-

 49 senatorên Amerîkî di nameyekê de bo Serok Joe Biden, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan şermezar kirin û daxwaz jê kirin ku fişarê bixe ser Tirkiyê ji bo rewşa mafên mirovan baş bike.

49 senatonên Amerîkî, nameyek arasteyî Serok Amerîka Joe Biden kirin. Di nameyê de hatiye gotin: “Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan welatê xwe xistiye ser riya tekrewiya desthilatdariyê, bi awayekî sîstematîk opozîsyonê serkut dike, rojnamevanan bêdeng dike û dadwerên serbixwe bi dadwerên alîgirên xwe diguhêre.”

Di beşeke din a nameyê de ku taybet e bi siyaseta derve ya Tirkiyê, tê de tê gotin: "Di van salên dawî de Serokomar Erdogan bê şermiyane êrîşî kurdên ku hevkarên Amerîkayê ne û li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê şer dikin kiriye."

Di dawiya ji Biden re hatiye şandin de hatiye: “Tirkiye li navçeyê hevpeymaneke girîng e, ji ber wê me ev name nivîsiye. Pêwîst e Amerîka kar bike ji bo standerdeke bilind a hevpeymanên wê hebe. Herwiha divê Amerîka bi aşkere derbarê mafên mirovan û kêmbûna demokrasiyê de bi wan re biaxive. Daxwaz ji we dikin, ji Serok Erdogan û hikûmeta wî re tekez bikin ku divê di zûtirîn dem de dawî li hilmeta serkutkirinê ya li navxwe û li derveyî welat bîne.”

Tirkiye di Mijdara 2019an de, tenê 3 rojan ji piştî fermana vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, dest bi operasyoneke leşkerî kir û êrîşî ser herêmên Serê Kaniyê û Girê Sipî yên Rojavayê Kurdistanê kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin