Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Seleh Bulut û ”Medyakitabevi”

A+A-

Seleh Bulut xortekî Dêrika Çiyayê Mazî bû, ew di ciwaniya xwe de tê girtin, gelek êşkence û zehmetiyan didin wî. Bi saya wan êşkenceyên hovane û nedîtî wî jî weke gelek xortên kurdan, ji mêranî dixin û xadim dikin. Ew jî weke gelek xortên Kurdan nebû bav û kesekî/ê jê re negotin bavo.

Gelo hûn dizanin ku çiqasî zehmet e ku ew mafê bavtiyê bi darê zorê bi hukmê lêdanê ji me re bê girtinê. Gelo hûn dizanin bê çiqasî zehmet e ku mirov hemû jiyana xwe de bi hesreta ku nebe bav bijî. Lê Seleh jiya, dijî û wê hê gelekî bijî jî.

Gelo hûn dizanin bê çiqasî zehet e ku dema dê û bav, xuşk û bra doza zewacê li mirov bike û mirov jî nikaribe wê rastiyê ji wan re reva bike.

Ji ber vê zehmetiyê bû ku Seleh welatê xwe terikand da ku êdî kes doza zewacê lê nekin. Ji ber vê bû ew bû penaberekî welatê tirkan û bi kuçe û kolanên Stenbolê ket.

Di wan kuçe û kolananda jî wî gelekî zehmetî dît, gelek caran tî û birçî jî dima. Lê ew mirovekî têgihiştî zana û jîr bû. Wî dizanîbû dê çawa berxwe bide û da.

Ji ber zîrekbûn û aqilmendiya xwe  biryar da ku bi karê pirtûkan ango bi firotina wan ve rabe. Wî dizanîbû ku pirtûk zanînê dide mirov. Pirtûk şevreşa me re û ya gelê me re ronî dike. Wî dizanîbû ku bi firotina pirtûkan wê gelek kesan serxwextî xwend û têgihiştina bindestiya welatê wî/ê bike.

 ”Medyakitabevî” ji teref brêz Seleh Bulut  ve ji sala 1996an de hatiye vekirin. Di vekirina wê de Seleh gelek zehmetî dît. Him perê wî tunebûn da ku li gor dilê xwe pirtûkan bikire û bifroşe,him jî nikarîbû bi rêya postê bixwesta, ji ber ev li ser wî girantir dihat.

Wî di destêpê de wan pirtûkên ku dixwest bifroşe, yek bi yek li weşanxaneyan digeriya li gor perên xwe pirtûk ji wan dikirî û dianî pirtûkxana xwe û difrot. Helbet ev zehmetiyeke mezin bû û di destpêka karê xwe de wî gelekî zehmetiyên baş dît. Lê camêr ji ya xwe daneket û bi vî awayî xwe heta vê rojê anî.

Brêz Seleh Bulut jî weke gelek ciwanên kurdan, di ciwaniya xwe de li ser sînorê tirkiye û sûrî ji teref leşkerên tirkan, wî û çend hevalên wî ku dixwestin derbasî Sûrî bibin gulebaran dikin, hevalekî wî dibe cangorî ew û hevalekî xwe ê din birîndar têne girtin. Wî bi awayekî birîndar dixin êşkenceyan da ku tiştên ji wî dixwestin ew jî bêje.

Kesên di wan êşkencan de derbas nebû bûn, mirov çiqasî behs bike û li ser binivîsîne jî weke mirov dîtibe nabe. Loma jî tiştên Seleh di wan êşkencayan de dîtibû, zehmete herkes karibin bibînin û dayaxa wan êşkencayan bikin.

Piştî heyşt (8) salên xwe di wê zîndana bi navê 5 noliyê ya li Diyarbekirê diqedîne û ji wê zîndanê tê berdan. Tê berdan lê çi fêde êdî ji ber şerma xadimbûna xwe ew nikare di nava malbata xwe de, li ser erda xwe û li Dêrika cih û warî wî yê zarokatiyê bû, bijî û bimîne. Her çiqasî ne bi dilê wî jî bû, ew mecbûr ma ku piştî 8 salên wê zîndanê li welatê dijminê xwe bû koçber.

Helbet çîroka brîndarkirin, girtin, êşkence û mayîna wî ya di wê zîndanê de dikare bibe çend pirtûk. Loma niha vê di virde dibirim û ez ê vegerim sedama vê nivîsê.

Piştî wan zehmetiyan û vekirîna ”Medyakitabevi” Seleh li Stenbolê bi cih û war dibe û ji bona bijî berxwe dide.Baş jî berxwe dide û heta vê rojê ji bona xwendin û kirîna pirtûkên bi zimanê kurdî û pirtûkên li ser kurdan, ”Medyakitabevî” ji bona xwendevanan kir cih û warê hevdîtinê jî.

Bi qasî ez dişopînim û dibînim, êdî ”Medyakitabevî” ne tenê cihê firotina pirtûkan e. Ew der bûye cihê hevdîtina nivîskar, rewşenbîr û ronakbîrin kurdan jî. Kesên dixwazin hevalbendê xwe bibînin, diharin wir, him hevdîtinên xwe dikin, him sohbet dikin û him jî pirtûkên ji wan re lazim e, dikirin.

Her weha brêz Seleh ev cih kirî ye warekî jî warên zarokên kurd ku ew in jî bi çûkbûna xwe, wê bi nasandina pirtûkên kurdî mezin bibin.

Li gor min ya herî girîng jî ew e ku heftê carekê ev der bûye cih û wargeha zarokên kurdan yên bi çûk. Ew têne wir pirtûkên kurdî dinasin û çîrokên zarokan li wir dixwînin, guhdarî dikin û li wir dilîzin. Dûre dozê li dê û bavê xwe dikin ku ew ji wan re van pirtûkana bikirin da ku li mal jî wan bixwînin.

Ev gaveke gelekî girîng e ku brêz Seleh pêk aniye. Ji ber ciwan hebûna miletekî ne. Seleh jî dixwaze wê hebûnê bi çîrok, serpêhatî û pirtûkên kurdî mezin bike.

Ya din î girîng jî ew e ku Seleh bi vekirina ”Medyakitabevî” bi xebateke bê westan dûr û dirêj, wir kir cihê hevdîtin, hevnasîna siyasetmedar, nivîskar û alêmin kurdan jî. Spas brêz Seleh ji ber vî karê te yê pîroz.

Kî/ê ji ewropa berbi Stenbolê herin miheqek rêya xwe berê bi ”Medyakitabevi” dixin. Heta  ku wir zîyaret û tewaf nekin, nikarin karên xwe bikin. Tu dibêje qey wir bûye ziyaret loma kesên rêya wan bi Stenbolê dikevin, berê serî li wir dixin da ku karê wan jî baş here.

Ji ber vê girîngiyê divê hemû kurd xwedî li ”Medyakitabevî” derkevin û derdikevin jî. Spas ji bona herkesên ku dema rêya wan bi wan nêzikayan dikeve, miheqek seredana ”Medyakitabevî” dikin.

Wir êdî cih û warê kurdan, wir êdî wergeha rewşenbîrên kurdan, wir êdî dezheke kurdan ya li stenbolê ye.

Ez bawerim brêz Seleh bi vekirina vê tola wan salên xwe yên di wê zîndana Diyarbekirê de bû, hilanî. Bi xebat û cahda xwe, bi ked û zehmetiya xwe vir kir malê kurdan. Cih û warê rewşenbîrên Kurd.

Hêja Seleh te karekî rind û delal kirî ye, warekî bê hempa ji bona kurdan vekirî ye. Kurd jî wê xwedî li te derkevin, wê te bi tenê nehêlin û nahêlin jî. Te bi vekirina vê îmzaya xwe avêt ser rûpela dîroka kurdên bakur.

Êdî hinekî westa xwe bigire û dest bi nivîsandina serpêhatiyên xwe bike. Ji ber ku dîrokek dirêj û têra xwe tije li ba te heye. Vana bi xwe re nebe dinya din. Destpê bike û binivîsîne. Ez û em, em ê li benda berhemên te yên nû bin.

Têbinî: Sala 2019an li gelê xwe, xebatkarên Rupela nû pîroz dikim. Bila ev sala bibe sala kurdistaneke azad û serbixwe…

Önceki ve Sonraki Yazılar