Sekreterê Qeyûm: Min bi keyf karmend ji kar dûrxistin

Sekreterê Qeyûm: Min bi keyf karmend ji kar dûrxistin

Sekreterê Serokê Giştî yê Şaredariya Mezin a Wanê Mustafa Yalçin derbarê dûrxistina karmendên şaredariyê de ragihand ku wî bi zewq û keyf karmend ji kar avêtine.

A+A-

Sekreterê Serokê Giştî yê Şaredariya Mezin a Wanê Mustafa Yalçin derbarê dûrxistina karmendên şaredariyê de ragihand ku wî bi zewq û keyf karmend ji kar avêtine.

 

Sekreterê Qeyûmê Şaredariya Wanê Mustafa Yalçin li ser medyaya civakî kurtê vîdeoyek belav kiriye ku têde behsa çawaniya dûrxistina karmendên şaredariyê dike. Di heman demê de ew vîdeoya Mustafa Yalçin di meyaya civakî bûye cihê nerazîbûnê.

 

Mustafa Yalçin ku hêj şaredarê navçeya Talas a Qeyseriyê di kurtê video ya bûye cihê nerazîbûnê de dibêje: “Bi îmzeya min 653 kes ji kar hatin dûrxistin. Herwiha bi biryara hikemên qanûnê de jî qasî min dûrxistin ji kar hatin derxistin. Ez vê yekê jî bibêjim, dema min ew ji kar dûrxistin gelek kefy û zewqa min pê hat. Min ji Birêz Hasikî re ji behsa vê yekê kir.”

 

Parlamenterê HDPê bertekên xwe nîşan da

 

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu axaftina Yalçin li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir û nerazîbûna xwe diyar kir.

 

Omer Faruk Gergerlioglu got: “Mustafa Yalçin di heyama qeyûm de ji bajarê Qeyseriyê bo sekreteriya Şaredariya Mezin a Wanê anîn. Yalçin niha bi zewq behsa dûrxistina bêhiqûqî ya karmendên şaredariyê bi biryara hikmên qanûn de dike.”

ekran-goruntusu-3432.png

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin