Sekreterê PSDKê: Li vî welatî her tişt di destê PDK û YNKê de ye

Sekreterê PSDKê: Li vî welatî her tişt di destê PDK û YNKê de ye

Sekreterê Giştî yê PDKS Mihemedê Hacî Mehmûd di wê baweriyê de bû, ku bêyî rêkeftina nû ya PDK û YNK rewş aram nabe.

A+A-

Dema pêwendiyên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê têkçûn, pir hewl hatine dayîn ji bo çareseriyek bê dîtin da ku PDK, YNK û Tevgera Goran lê razî bin. 

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê (PDKS) Mihemedê Hacî Mehmûd di wê baweriyê de bû, ku bêyî rêkeftina nû ya PDK û YNK rewş aram nabe.

Hacî Mehmûd di vê hevpeyvînê de jî ji Rûdawê re dibêje; “Divê rêkeftina vê carê ya YNK û PDKê li ser parvekirina kursiyan nebe.” Herwiha bi nêrîna wî PDK û YNK dikarin rewşê baş jî bikin û xirap jî.

Gelo hêvî heye, ku hevdîtinên vê carê bibe sedem da ku peywendiyên di navbera aliyan de baş bibe?

Pêwîst e ji bo çareseriya vê rewşê PDK û YNK bigihin encamekê. Ez navê partiyên din jê nabim lê eger ev her du partî bigihin encamekê, bi baweriya min dê ji sedî 50yê pirsgirêkan çareser bibin.

Baş e ew ji sedî 50yê din?

Rêjeya din hêsan dibe. Çimkî nêrîna PDK û YNKê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan dibe yek û di parlamentoyê de hejmara kursiyên wan jî zêde ne, dikarin biryarê bidin. Hingî dikarin ligel partiyên din jî rûnin û bigihin encamên baş. Dibe beriya niha PDK û YNKê li hev kiribin. Di civîna dawiyê de, ku civîneke vekirî bû, çend gavên giring hatine avêtin. Dibe li ser piraniya mijaran jî li hev kiribin. Lê xalekî giring heye ew jî divê YNK di nav xwe de hyek deng be û li hember rêkeftinê nebin asteng.

Gelo dibe li pişt deriyên girtî civînên din hatibin kirin?

Bi nêrîna min beriya niha bingeh hatiye xweşkirin û ji bo van civînan hêsankariyek hatiye kirin. Di civîna dawiyê de jî hemû geşbîn bûn. Dibe hinek gav hatibin avêtin.

Gelo dê cihê partiyên din jî di nav vê rêkeftina YNK û PDKê de hebe?

Li vî welatî her tişt di destê PDK û YNKê de ye. Aborî, siyasî, leşkerî, heta piştgiriya gel û girseyî, pêwendî, berhemên bin erd û ser erd, xeta telefonan ên Korek û Asyayê, ku esmanî ne di destê wan de ye. Dîrokek wan ê mezin û giraniyeke wan heye, hêz, asayîş û polîsên wan hene. dikarin biryarê bidin û pitre ji bo gihiştina encamekê bang li partiyên din jî bikin. Lê ne mîna caran li ser 50 bi 50 hizir bikin. Eger wiha hizir bikin dê ziyanê bikin. Divê bi hevbeşî projeyan amade bikin û paşî van projeyan bixin pêşiya partî û aliyên din û ew jî van projeyan pesend bikin. Kî van projeyan pesen bike bila kerem bike, biryara pesend nekirinê jî yê wan bi xwe ye.

Hinek aliyên YNKê ji rêkeftina YNK û Goran ne razî bûn, herwiha hinek aliyên din jî ji nêzîkbûna PDK û YNKê ne razî ne. ev yek careke din nabe pirsgirêk?

Bi nêrîna min dem hatiye guhertin. Şerê DAIŞê ber bi dawiyê ve diçe. Ev pirs derketiye pêş, li vî welatî kî berpirs e? çawa ku PDK û YNK ji sedî 50yê karên baş ên vî welatî berpirs in, ji sedî 50yê karên ne baş jî berpirs in. Divê xwe ji bo qonaxa nû ya li pêşiya Iraqê û Kurdistanê ye, amade bikin. YNK nikare bi şêwazê niha berdewam bike û bi parçebûna xwe ve bimîne. Ji ber ku ew bixwe jî, kurd jî ji vê rewşê zirar dikin.

Gelo di rêkeftina nû de PDK û YNK dê li ser şêwazê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî lihev bikin?

Bêguman yek ji xalên rêkeftinê ev e, gelo dê petrolê bidin Bexdayê yan ne.

Bi nêrîna ted ê Amerîka jî piştgiriyê bidin rêkeftina nû ya YNK û PDKê?

Min got PDK û YNK dikarin çê bikin û herwiha dikarin xira bikin. Serokê parlamentoyê û wezîrên Goran ji kar hatine derxistin. Ma Goran karî tiştekê bike? Bêguman nexêr. Lê eger wezîrekê YNKê bihata derxistin wê demê dê YNKê jî li Silêmaniyê PDK derbixista. Ji ber ku weke PDK bi hêz e. weke min got, divê ev her du partî projeyekî hevbeş amade bikin û ligel partiyan gotûbêjê bikin. Kî ji vê projeyê ne razî be, azad e.

Wate di vê rewşê de Goran li gel partiyên îslamî dibe mûxalefet?

Ez bawer nakim, ku her sê partiyên îslamî û Goran li ser vê yekê bi rijd bin, ku bibin mûxalefet.

Guhertina serokatiya Amerîkayê dê ji bo kurd û Kurdistanê jî bibe sedema guhertinanan?

Di medya Kurdistanê de bi berdewamî bangaşe û propagandaya Hillary Clinton dihate kirin. Lê encamp wiha derneket. Gelê Amerîkayê zilamek anîne ser hikûm, ku beriya niha siyaset nekiriye. Ya ji bo min giring ew e, Trump hinek wezîr, general û şêwirmend anîne Koşka Spî, ku piraniya wan beriya niha li vê herêmê kar kirine, cografya, siyaset û pirsgirêkên Rojhilata Navîn dizanin û nas dikin. Herwiha, beriya desthilatadriya 8 salî ya Obama, partiya Trump Komariyan di vê herêmê de guhertinên mezin pêk anîn. Ji lewra ez pêşbînî dikim, ku serdema Trump ji serdema Obama zêdetir di qazanca kurdan de be. Lê min beriya hilbijartinan gotibû dê Donalt Trump here Koşka Spî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin