Seferên Hewlêr û Diyarbekir destpêkir

Seferên Hewlêr û Diyarbekir destpêkir

Seferên balafiran ên navbera Amed û Hewlêrê de, ji Amedê dest pê kir. Balafirgeha Amedê ku ji sala 1952an ve vekirî ye, cara yekemîn e ku ji firînên navneteweyî re tê vekirin

A+A-

 Seferên di navbera Amed û Hewlêrê de bi şandina şandeyeke ku ji parlamenter û karsazan pêk dihat ji Amedê dest pê kir. Alîkarê Serokê AK Partiyê Mehdî Eker, waliyê Amedê Huseyîn Aksoy jî di şandeyê de cih girt. Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu got bi sefera navbera Amed û Hewlêrê re, ew dilê Kurdistanê û kezeba Kurdistanê bi hev ve girê didin.

Seferên balafiran ên navbera Amed û Hewlêrê de, ji Amedê dest pê kir. Balafirgeha Amedê ku ji sala 1952an ve vekirî ye, cara yekemîn e ku ji firînên navneteweyî re tê vekirin.

Lê beriya ku balafir rabe, şandeya ku ji parlamenterên AK Partiyê û karsazan pêk dihat ketin salona VIPê û gotin ev roj rojeke dîrokî ye.

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu ji Rûdawêre wiha got: “Seferên ji Amedê bo Hewlêrê dê têkiliyên aborî, karsaz û bazirganiyê, sosyal xurtir bike. Nexweş dê bi hêsanî bên û biçin. Em bi van seferan dilê Kurdistanê û kezeba Kurdistanê bi hev ve girê didin.”

Yek ji endamê şandeyê jî nivîskar Muhsîn Kizilkaya bû. Ew jî di wê baweriyê de ye ku seferên Amed-Hewlêrê dê têkiliya herdu perçeyan xurtir bike.

Nivîskar û Rojnamevan Muhsîn Kizilkaya jî wiha got: “Rabûna teyaran ji Amedê bo Hewlêrê, ji Hewlêrê bo Amedê gelek muhîm e. Ev roj rojeke tarîxî, rojeke dîrokî ye.”

Karsazên Amedê ku bi Başûr re kar dikirin, ji bo biçin Hewlêrê neçar bûn pêşî ji Amedê biçin Stenbolê û ji wê derê bi balafirê biçin Hewlêrê. Ev yek dibû sedem ku nêzî 10 saet wext wenda bikin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Ehmed Sayar jî got: “Ji bo ku karsazek ji Amedê biçe Hewlêrê pêşî neçar bû biçûya bajarekî din û ji wê derê derbasî Hewlêrê bûya. Ev yek bi xwe re gelek dem dikuşt. Lê niha bi sefera Amed û Hewlêrê re ev dem kin bû û maliyet jî kêm bû.”

Seferên di navbera Amed û Hewlêrê de dê heftiyê 3 rojan pêk bê. Rojên seferê jî şemî, duşem û çarşem e. Niha dema rabûna balafirê 23.45ê şevê ye. Lê tê payîn di rojên pêş de ev saet jî bêne guhertin. Buhayê çûn û hatinê jî ji 169 dolaran dest pê dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin