Sefera Pompeo ya li dijî Îranê

Sefera Pompeo ya li dijî Îranê

Wezîrê Derve yê Amerîka yê nû Mike Pompeo daxwaz ji welatên Kendava Erebî dike dorpêça li ser Qeterê bidawî bînin û rêzên xwe li dijî Îranê yek bixin.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li Riyazê di konferanseke rojnamevanî ligel hevpostê xwe Adil Cubêr de jî got: “Yekgirtina Kendava Erebî girîng e û pêwîst e pêk bê”

Serdana Wezîrê Derve yê Amerîka bo Siûdiyê di demekê de ye, Siûdiye bi niyaz e xendeqekê di navbera xwe û Qeterê de bikole û bi yek carî ji wî welatî bidûr bikeve.

Rojnameya Amerîkî “New York Times” jî belav kir, Washingon dixwaze dorpêça li ser Qeterê bidawî bibe û welatên Kendava Erebî rêzên xwe yek bixin ji bo rûbirûbûna Îranê û jinavbirina DAIŞê.

Wê rojnameyê naveroka peyama Pompeo aşkere kir jî, ku tenê ew bû: “Dorpêça li Qeterê bes e.”

Her yek ji Siûdiye, Îmarata Erebî, Behrên û Misrê di meha Hezîrana bûrî tevahiya pêwendiyên xwe bi Qeterê re birîbûn û dorpêça bijayî û esmanî xistibûn ser wî welatî, ev yek jî ji ber pêwendiyên Qeterê bi Îranê hatibû.

Herwiha Pompeo got jî: “Îran li ser navçê gef e û vekişîna Amerîka ji rêkeftina atomî jî bijardeyek e li pêş Amerîkayê, heger ew rêkeftin neye serastkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin