Sedr: Divê di nava hefteyekê de parlamento were hilweşandin!

Sedr: Divê di nava hefteyekê de parlamento were hilweşandin!

.

A+A-

Serokê Tevgera Sedr a Iraqê, Muqteda Sedr daxwaz ji dezgeha dadwerî ya Iraqê kir ku herî dereng heta dawiya hefteya bê Parlamentoyê Iraqê hilweşîne.

Sedr îro Çarşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de Sedr daxwaz ji Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê û dezgeha dadweriyê ya Iraqê kir ku herî dereng heta dawiya hefteya bê parlamentoyê hilweşînin.

Rêberê olî û siyasî yê Şîe Muqteda Sedr daxwaz ji dezgeha dadweriyê kir ku ji bo destnîşankirina dema hilbijartina pêşwext "di bin şert û mercên ku dê paşê rabigihînin de" erk bidine serokkomar.

Muqteda Sedr her wiha diyar kir ku alîgirên wî dê çalakiyên xwe bidomînin.

Alîgirên Muqteda Sedr bi ser Herêma Kesk de girtibûn

Rêberê siyasî û olî yê Şîe Muqteda Sedr ku di hilbijartinên Cotmeha 2021an de li Iraqê bi ser ketibû, Sedr ji ber ku nexwest bi partiyên alîgirên Îranê re hikûmetê ava bike ji siyasetê vekişiya. Karê avakirina hikûmetê piştî Sedr derbasî Çarçoveya Hevahengiyê bû.

Çarçoveya Hevahengiyê di 25ê Tîrmehê de ragihandibû ku wan Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê berê Mihemed Şiya Sûdanî weke berbijêrê xwe yê serokwezîrtiyê hilbijartiye.

Alîgirên Sedr roja Şemiya 30ê Tîrmehê ji bo protestokirina berbijêrê serokwezîrtiyê yê Çarçoveya Hevahengiyê ku rêxistineke sîwan a siyasî ya Şîe ye û nêzikî Îranê ye, ketine Herêma Kesk û di nav avahiya parlamentoyê de çalakiya rûniştinê kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bang li alîgirên Tevgera Sedr ên ku li Herêma Kesk çalakiya rûniştinê didomînin kir û daxwaza derketina ji saziyên dewletê kir.

Kazimî ji bo diyaloga bang li partiyên siyasî û Muqteda Sedr kiribû.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin