Saziyên sivîl ji bo xwendekarên zimanê Kurdî piştgiriya darayî didin

Saziyên sivîl ji bo xwendekarên zimanê Kurdî piştgiriya darayî didin

.

A+A-

Saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê ji bo balkişandina ser giringiya perwerdehiya Kurdî biryarek dan, ku ji bo xwendekarên di zanîngehan de beşa Kurdî hilbijêrin, burs ango piştgiriya darayî were dayîn.

Li Bakurê Kurdistanê xebatên ji bo bilindkirina hişmendiya perwerdehiya Kurdî didomin. Di vê çarçoveyê de Çavdêriya Perwerde û Hewla Çaksaziyê ya Diyarbekirê (DÎERG) û Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) û Komeleya Xurtkirina Demokrasiyê biryar dane, ji bo xwendekarên di zanîngehan de beşa zimanê Kurdî hilbijêrin burs ango piştgiriya darayî were dayîn. Nûnerên saziyan dibêjin ew dixwazin nifşên nû ji xetereya bişaftinê rizgar bikin.

Rêveberê HEZKURDê Mehmed Saîd Ozturk ji K24ê re ragihand: “Mesûliyeta me ye ku em alîkariya xwendekarên xwe bikin da ku ji xetereya bişaftinê rizgar bibin. Ji xwe sibê jî barê vî gelî dikeve ser milê van xwendekarên dê îro beşa zimanê Kurdî hilbijêrin û bixwînin.”

Saziyên ku ev helmet dane destpêkirin dibêjin ji bilî saziyan ev helmet bo her kesî vekirî ye û kesên bixwazin piştgiriya darayî bidin dikarin ji hesabên bankayê yên hatine destnîşankirin alîkariyan pêşkêş bikin ku wisa dê bibe xizmetek civakî û berpirsiyariyek berfireh.

Serokê Komeleya Xurtkirina Demokrasiyê Îlyas Buzgan ji K24ê re ragihand: “Em dixwazin ji bo hilbijartina zimanê xwe xwendekarên Kurd han bidin, ev piştgirî pirsgirêka pêvajoya perwerdehiya zankoyê çareser dike lê pirsgirêkê bi temamî ji holê ranake, divê derçûyên beşên Kurdî werin peywirdarkirin. 25-30 milyon Kurd hene li Tirkiyeyê, divê desthilat daxwaza ziman çareser bike, eger çareser neke dê Kurdan ji xwe dûr bixe.”

Li Bakurê Kurdistanê di zanîngehên Çewligê, Artukluya Mêrdînê, Munzura Dêrsimê û Alparslana Muşê, Dîcleya Diyarbekir û Wanê di qada lîsans, master û doktorayê de beşên Ziman, Çand û Wejeya Kurdî hene ku îsal li van zanîngehan bi giştî ji bo 140 xwendekaran kontenjan hatine veqetandin.

Di gelek semîner û konferansên ji bo zimanê Kurdî de bal dihate kişandin ji bo xetereya ser zimanê Kurdî rabe rêyek jî ew e ku Kurdî bibe zimanê bazarê, niha jî ev helmeta saziyan wek gavek destpêkê girîng tê dîtin. 

Nûçe: Mahîr Yuksel (K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin