Saziya xêrxwaziyê 'Roja Zêrîn' li Amedê şahiya alîkariyê li dar dixe

Saziya xêrxwaziyê 'Roja Zêrîn' li Amedê şahiya alîkariyê li dar dixe

Dezgeha xêrxwaziyê Roja Zêrîn li Amedê, sibê (21.01.2018) saet 18.00an de li Tesîsên Kaplan City Parkê, şahiyekê li dar dixe. Damezrînerê Roja Zêrîn, Xalid Amêdî got em bi organîzasyona şahiyan alîkariyan kom dikin.

A+A-

Saziya xêrxwaziyê Roja Zêrîn, li Amedê şahiyekê li dar dixe. Şahiya saziya Roja Zêrîn, sibê, 21ê Çileyê saet 18.00an de li Tesîsa kaplan City Parkê li Eywana Akasyayê wê were lidarxistin.

zerin.jpg

Damezrînerê dezgeha Roja Zêrîn Dr. Xalid Amêdiyê Cerahê Giştî, di derbarê Roja Zêrîn de got "Me saziyeke xêrxwaziyê saz kir bi navê Roja Zêrîn. Çima ku 'roj' simbola Med e, simbola Zerdeştê Kal e û simboleke pîroz e li ba kurdan. Me jî ji vê yekê li Londona Brîtanyayê di sala 2014an de ev sazî ava kir."

amêdî-1.jpg

Dr. Xalid Amêdî li ser çalakiyên xwe jî hin agahî dane bo Rûpela Nû û got ew di şerê li Kobanê de li Kobanê bûn û alîkarî ji xelkê sivîl re kirine û her wiha di şerê Şengalê de jî alîkariyên xwe gihandine Şengaliyan û wisa pê de çû: 'Piştî şerên xendekan xelas bûn jî, me alîkarî gihandine Nisêbîn, Cizîr û Qoserê milet perîşan bûn, me alîkarî dane xelkê sivîl.

amêdî-2.jpg

Amêdî got saziya wan alîkarî digihînin her çar perçeyên Kurdistanê û saziya xêrxwaziyê Roja Zêrîn, bi tu dewlet an partiyên siyasî ve girêdayî nîne û wisa domand: "Navenda saziya Roja Zêrîn li Londonê ye û em bi piranî şahiyan li dar dixin da ku alîkariyan kom bikin. Ji bilî Londonê şaxên me li cihên wekî Elmanya, Fransa, Fînlandiya, Kobanê, Şengal, Hewlêr hene. Amêdî aniha nêzîkî 500 endamên wan hene û ne tenê ji kurdên Rojhelat, xêrxwaz û xebatkarên ji her çar perçeyên Kurdistanê ne."

amêdî-3.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin