Şaxewan Ebdullah li ser projeya Tirkiyê ya bo Kerkûkê helwesta xwe eşkere kir

Şaxewan Ebdullah li ser projeya Tirkiyê ya bo Kerkûkê helwesta xwe eşkere kir

.

A+A-

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxawan Ebdullah ragihand ku ew spasiya her welatkê dikin ku di nûjenkirina Kelha Kerkûkê de beşdar dibinç, lê nabe ti welatek sembolên netewa xwe li ser cihên dîrokî yên wî bajarî bispîne û wek mulkê xwe nîşan bide.

Kelha Kerkûkê, ku demek berê UNESCOyê xistibû nav Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanî, niha bi xemsariya xwe balê dikişîne.

Kelha Kerkûkê ya dîrokî, ku di Gulana 2021an de ji aliyê Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê (UNESCO) ya ser bi Netewên Yekbûyî (NY) ve ketibû Lîsta Şûnwarên Cîhanî, ji ber xemsariyê wêran dibe nivîsên bêserûber li ser diwarên wê hatine nivîsandin û li derdora jî çop kom bûne.

Biryar e bi hevkariya Tirkiyê beşek ji Kelha Kerkûkê were nûjekirin û herwiha mizgeft jî li wê derê were avakirin.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxawan Ebdullah Kelha Kerkûkê beşdarî bernameya Rûdawê Îro ya televîzyoya Rûdawê TVê ya bi pêşkeşkariya Bestûn Osman bû.

Li ser pirsa “Tirkiyê projeyek heye ku li vê derê mizgeftekê ava bike û hinek û cihên kelhê nûjen bike, derbarê vê yekê de helwesta ew çi ye?” Şaxawan Ebdullah got: “Bêguman nûjenkirin û binavkirina li ser neteweyekê du tiştek gelek ji hev cuda ne. Em spasiya her welatekê dikin ku hevkarbin di nûjenkirina şûnwaran de ku çi li Kerkûk, çi her bajareke Iraqê yan î Herêma Kurdistanê be.”

Şaxewan Ebdullah herwiha red kir ku her miletek sembolên netewa xwe li ser şûnwarên Kerkûkê çêbike û got: “Divê Iraq hêza bixwe nûjen bike û di resentiya wan de destkarî neyê kirin. Baştir e ku Iraqê bi xwe projeya nûjenkirina hemû cihên dîrokî hebe.”

Kelha Kerkûkê

Kelha Kerkûkê li naverasta bajarê Kerkûkê ye û ji aliyê dîroknasan ve wek kevintrîn Kelha tê binavkirin li Rojhilata Navîn.

Şûnwarnas dîroka wê Kelhayê vedigerînin 2 hezar sal beriya zayînê. Gorên Pêxember Daniel, Hanin û Azîr li wê Kelhayê ne. Kelha Kerkûkê li ser rûberê 247 hezar û 500 metre çargoşe hatiye avakirin û heta naverasta salên 1980î jî wek cihekî niştecîbûnê dihat bikaranîn.

Di salên 90î de, Hikûmeta Iraqê hilmetek ji bo nûjenkirina Kelha Kerkûkê da destpêkirin. Lê di bingehê de ew proje ji bo koçberkirina zêdetir ji 800 malbatên Kurd bû ku li Kelhayê dijiyan. Lewma ew proje tenê bi koçberkirina wan malbatên Kurd û hilweşandina beşeke Kelhayê ma ku bêyî ku bê nûjenkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin