Şaredariya Keçîorenê rê neda konsera Kurdî

Şaredariya Keçîorenê rê neda konsera Kurdî

.

A+A-

Hunermendê Kurd Mem Ararat ragihand ku konsera wî ya ku di 4ê Berfenbarê de li Enqereyê pêk bîne ji aliyê Şaredariya Keçîorenê ve hatiye betalkirin. Arart got "Ez Şaredariya Keçîorenê ji ber ku ev sûcê nefretê li dijî Kurdan pêk aniye, bi xemgînî şermezar dikim."

Hunermendê Kurd Mem Ararat li ser medyaya civakî bi Kurdî û Tirkî daxuyanî da û diyar kir ku konsera ku plan kiribûn di 4ê Kanûna 2021ê de li Salona Navenda Çandê ya Neşet Ertaş a Şaredariya Keçîorena Enqereyê pêk bînin, hatiye betalkirin.

Ararat di daxuyaniya xwe de got “Weke hun ji dizanin di 4 ê Berfanbara 2021 è de li salona Navenda Çanda Neşet Ertaş kû girêdayi şaredariya Keçîoren a Enqerê ye konserek me ew ê pêk bihata.Beri niha bi qasi 20 roj an hevalên me yên ji organizasyonê berpirsyar (Ziz Muzik) hemû serlédanên fermi kirin û pişti heqê salonê hate razandin peymanên fermi hate çêkirin û pişti peymançêkirinê bilêtên konserê bi rêya Biletix ê derket firotanê.Li gori agahiyên hevalan dane min gelek bilêt ji hatine firotin. Bilêtên muzikjenan yên balafirê ji hatiye birin û hemû amadehi li ber xelasbûnê ne.”

Mem Ararat ragihand “Vê êvara dereng peywirdarek ji salonê li hevalan (Ziz Muzik) geriya ye û gotî ye : `Me nizanibû li konserê stranên bi Kurdi ew ê were gotin. Weke şaredariya Keçîoren em ê destûrê nedin vê konserê. Ji ber vê yekê bi awayeki yek ali em về peymannameya di navbera me de betal dikin.`”

Ararat di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje “Ji ber vê yekê konsera me ya Enqerê betal bû mixabin geli hevalan. Bêgûman ev sûcê nefretê ye. Ji ber vê yekê em şaredariya Keçiörenê bi dengê heri bilind şermezar dikin. Bêguman em ê stranên xwe disa bi hev re, bi yek dengi bibējin û em ê disa bi Kurdi bėjin. Bi hemû devok û zaravayan... Ji bo kû dostên me yên bilêt kiri ne mexdur nebin ji kerema xwe re bi rêya Biletixé bilêtén xwe vegerînin û pereyên xwe paş ve werbigrin. Bi silav û rêzdarî.”

 

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin