Sanîyeya jîyana her Kurdekê bedela hezar-hezar jîyanan e...

Sanîyeya jîyana her Kurdekê bedela hezar-hezar jîyanan e...

Ahmed Zîrek

A+A-

Li dorçaxên bîst salîya xwe bûm...

Xwîna me, kel bû, dikelîya...

Li gel mirinê direqisîn...

Li bajarê qedîm Hekarîyan , ku rojname 2-3 rojan derengî dihatin, me bi xeyalên, ji rastîya me dûr, dixwest, ji me pêve, hemû dinyayê biguhorînîn...

Lê di rastîya jîyanê de, ji ber Kurdbûna me, ew neheqîya ku li ser me dihate kirin, ji bilî çîyayên me, dewletekê jî, pirsa êş û kul û kovanên me nedikir...

Dewletan sê meymûn dileyîstin...

Kerr, lal û kor bûn...

Li taxê Paganê, piştî nîvşevekê, cara yekemîn, me afîş li dîwarên dikanan dizeliqandin û heta beyanî jî, her wekî me dinya rizgar kirîye, em ji serê Sola heta taxê Merzanê û ji Merzanê heta kanîya Mexîtaran dimeşîyan...

Rehmetîyê babê min, her roj, piştî nivêja sipêdê dikana xwe vedikir...

Demekê dirêj berê xwe da afîşan...

Tiştek jê fahm nedikir û ji min dipirsî :

- Kurê min çî qewîmîye, we bajar bi afîşan xemilandîye, li ser çî nivîsîye ?

-Babo, afîşa yekemîn nivîsîye
" Ana dille eğitim hakkı"
" Heqê perwerdeya zimanê zikmakî "

Afîşa duyemîn jî
" Kahrolsun sömürgecilik, yaşasın bağımsızlık "
" Aniları mücadelemizde yaşayacak"
"Bimre koledarî bijî serxwebûn"
" Bîranînên wan dê di tekoşîna me de bijîn "

Gelek kûr û dûr hizirî û gote min:

-Kurê min, ma hun bo çî perwerde-merwerdeyê ji xwe, ji partî û komel û afîşên xwe dest pê nakin, ma hun kerr û lal in, zikmakî-mikmakî çî ye, ma hun nizanin bi zimanê babûkalên xwe biaxivin û binivîsînin ?

Derê dikana xwe vekir û kete hundir...

Ez çûme mal, li nav nivînên germ, ketim xewa xewn û xeyalên rizgarkirina dinyayê...

Û...

Dewr û dewran hate guhorîn...

Gelek ji me ketin ser afîşên dîwaran...

Gelek ji me ketin zîndanên zebanîyên xwînmij...

Gelek ji me ketin kolanên Parîsê , Berlînê, London û Stocholmê di nav Qafesên Zêrîn de..

Û...

Kurt û Kurmancî, piştî bîst û heft salan, min û babê xwe li Şeqlewaya Başûrê Kurdistanê me yêk û du dît...

Ez ketibûm mereqan, ka ez ê babê xwe nas bikim an jî nas nekim !

Dirêj nekim, belê, min babê xwe nas kir. Hê jî wekî berê, Kurdekî qedîm û qewî û li ser hemdê xwe bû...

Lê hezar-hezar caran mixabin, kur û bab bûbûn wekî du bîyanîyan...

Dev û lêv û ziman lal bûbûn...
Axiftinên me bi tenê bi çavan bûn...

Roja duyemîn em li baxçê malê rûniştibûn...

Bayê hênik li gel bêhna gulan û axê rûyê me germ dikir....

Ava ku me vedixwar, ji ava zemzemê sartir bû.

Mewijên ku me dixwarin, ji xurmeyên Bexdayê bi tahmtir bûn...

Kakilên ku me dixwarin, ji fisteqên Tehranê xweştir bûn...

Xemîrokên ku me dixwarin, ji şekirê Şamê şîrîntir bûn...

Berika em li ser rûniştî, ji qesrên Enqereyê rehettir bûn...

Em têdigihiştîn ku em li ser axa xwe ne, li mala xwe ne her wekî em bûbûn yek mirov...

Û ya herî xweş...em neditîrsîyan...

Şeva çarê bû...
Êşekê girt...
Direcifî...
Em tirsîyan...

Me bire dîspansera li nêzîkê malê...

Doktoreka di delalîya Zînê de, bi cil û bergén spî, wekî melayîketê, kete hundir...

-Hûn bi xêr hatîn, mamo kerem bike xwe dirêj bike...

Babê min, bê deng bû...

Lê êşa wî, ji nişka ve her wekî nemabû...
Ji keyfxweşîyê çavên wî geş bûbûn...

Tansîyona wî pîva, qontrola dilê wî kir..

-Mamo dilê te piçekê zû diavêje, heçku tu zêde mereqan dikî û dikevî heyecanê, dê derzîyekê li te bidim da ku tu rehet razê...

Derzî lêxist û em çûne mal...

Li bin ronahîya heyvê, li bexçe rûniştîne...

Dengê bilûra şivanan ji dûr ve dihat...
Rew-rewa seyan û naw-nawa kitikan bû...
Di nav belgên darê hinar û hêjiran de cenga pêşûyan bû...

Stêrk şahidên me bûn...

Bi şekirê kelandî, firek ji çaya qaçax vexwar û dest pê kir...

-Kurê min, ev ji pêncî salan zêdetir e derzîyan li min didin, heta niha min çî caran fahm nedikir derzî bo çî bûn û bo çî li min didan, ev cara yekemîn e, ez derzîyeke şîrîn û dizanim bo çî li min didin û dizanim dê rehet razêm û dê xewnên xweş bibînim...

Û berdewam kir...

-Berxê babê xwe, min heta niha dua dikir, ku berî mirina xwe, şiklê te li ser afîşan nebînim, da ku hun jî van rojan bibînin...

Jîyana wî, wek şerîdên filman li ber çavên wî derbas dibû...

-Vêca eve hêj nû destpêke, nîşane ye...
Belkî, emrê min têrê neke, lê piştî niha ez ê dua bikim, ku şiklê çî Kurdan nekeve li ser afîşan, da ku hemû Kurd wê roja dawet û dîlanê bibînin...

Fireke dî ji çaya xwe vexwar, berê xwe da heyv û stêrkan û bêhneke kûr ji hewaya paqij kişand û bi dengekî qaçaxçiyên sinoran got...

-Mergê babê xwe, qet jî bîr neke:
" Sanîyeya jîyana her Kurdekê bedela hezar-hezar jîyanan e"...

Piştê wê dîtinê, min babê xwe qet nedît û ez ê qet jî nebînim...

Û...

Şev û rojên wekî yêk, di penaberiyê da derbaz dibûn...

Sanîye û deqîqe û saetên wekî yêk, di mişextîyê da derbaz dibûn...

Meh û salên wekî yêk, di xerîbîyê da derbas dibûn...

Havîn û zivistan û payîz û biharên wekî yêk, di bext xwestîyê de derbas dibûn...

Û...

Şeveke şevreş, di nav kabûsan da min xewnek dît...

Min di dît ku, du mirov, yêk bi şel û şapik û yêk jî bi kiras û fîstan, li dor maseya mezin girovir a Yêkitîya Miletan, di bin ronahîya ala rengîn, bi yêk deng, dest bi axiftinê dikirin...

BIRÊZAN...
Me ji Imparatorîya MED a were, gelek afîş, bi hemû zimanan, li dîwarên kolanên seranserê dinyayê zeliqandin, da ku em vê gavê bibînîn û bijîn...

Em bi navê, kurd, suryanî, kildanî, ermenî, ereb û tirkmenên li ser axa me dijîn spasdariya we dikim...

Em zerduştî, mesihî, cihû, misilman, êzîdî, kakeyî, yarsanî dua dikin da ku şiklê yêk insanekê jî, çî sebep be bila bibe, lê li vê dinyayê nekeve ser afîşan...

Me li ser axa xwe ya qedîm, ji bo hemu êş û nexweşîyan, dermanek bê derzî û heb peyda kirîye...

Ew dermanê ku me WIJDAN Û INSANIYET ê bi nav kirîye, li gel hingivê Şemzînan û rêvasên çîyayê Simbil, dîyarî we hemûyan dikîn...

Em bi tenê di xwazîn, li ser axa xwe, wekî heywanekê bîjîn û bimrîn...

Û...

Ew hatîn ketne milên min û ji ser birca Eyfelê heta zozanên Berçelanê firîyan...

Matmayî mam...

Binevş û sosin û nêrgiz û beybûn direqîsin...
Mişina ava kanîyan, ji ava kevserê zelaltir bû...
Vijêna bayê li gel stranên bilbilan ketî bûne dîlanê...
Qep-qepa kew û mêkêwan gazî evindarîyê dikirin...
Borrîna mak û berxê û kalîna bizin û karikê bubûn yêk...
Qut-quta dîk û mirîşkan bû...
Zirrîna ker û makeran bû...
Orrîna çêl û ga û hîrçan bû...
Şihîna hesp û mahînan bû...
Kifên û xûşêna maran bû...
Weq-weqa beqan bû...
Mêwîna gurgan bû...
Vizîna mêşên hingvîn bû...
Pelatink û pirpirokan li gel zelêle û kurt û qijikan bale çêdikirin...

Û...

Şêr, piling, xezal, rûvî, dûpişk û masî li ber derê dêra Koçanisê, kumekî cihûyan li serî, wekî budîstan rûniştîne û berê xwe dayîne tîrêjên tavê û wekî misilmanan dua dikirin...

Û...

Min dît...
Mirovek di destê wî de çifteyek du lûle û tilîya xwe dana ser lêlavê û...

Û nişvekê hişyar bûm, min xwêdan dabû, dest û pêt min cemîdî bûn...

Û...

Birca Eyfelê bi şewqa xwe, bajêrê evîndarîyên bê evîn ronî dikir...

Gava min serê xwe danî ser balgih û çavên xwe girtin, dengê babê min ji kûr û dûr ve dihat...

Kurê min, 
Dewletbûn, rîyeke dûr û dirêj e û gelek berwarî û asteng hene...

Kurê min, 
Xewn û xeyalên bê hempa û bê hudut bikin...
Kûr û dûr lê zû bifikirin...
Bê ku, milletek û ôlek û insanekê biêşinin, gavên xwe hêdî-hêdî, lê wek çîyayên me, saxlem biavêjin...

Kurê min, 
Mîrasê kil û kêmasîyên bab û kal û babkalkên me, ji bo zar û nevî û nevîçirk û nevîçirçirkên xwe nehêlin...

Kurê min, 
Mêranîya Rûstemê Zal û ilm û dûrditîna Ehmedê Xanî, ji bo xwe bikin çeper...

Kurê min, 
Careke dîn stuhê xwe li bin şûrê dîrokê neçemînin...
Dîrok efû naketin...

Kurê min, 
Dinya bûye gund. 
Twitter û Facebook û Instagramê jî dewletên xwe ava kirine...

Mejîye xwe bi aplikasyona Kurdistanê formate bikin, da ku çî vîrusên kujer yên ereb û faris û romîyan nemînin...

Kurê min, 
Nebêjin Kurd hewceye ho bikin, ha bikin...
Dest ji îzm-mîzmê û slogan û şîret û axiftinên vala berdin...

Bikin û bikin û bikin...

Kurê min, 
Vê carê jî, wekî Culemêrgî dibêjin, nebêjin " Mîrim bûrî "..

Bêjin " MÎRIM EM HATÎN "...

Û...

Dengê babê min,
Di zilmatîya şevê da hêdî-hêdî dûr ket...

Çavên xwe vekirin...

Ronahîya birca Eyfela kambax temirî bû, çîyayê simbil cihê wê girtî bû...

Matmayî mabûm...
Şaş bûbûm... 
Dinya qerim û sekîni bû...

Û...

Li dorçaxên bîst salîya xwe bûm...

Xwîna me, kel bû, dikelîya...

Li gel mirinê direqisîn...

Di nav nivînên germ de bi kabûsekê hişyar bûm...

Babê min, dukana xwe girtî bû û mewlîda Melayê Bateyî dixwand..
"Hemdê bê hed bo Xudayê alemîn” û dengê wî heta qonaxa walî diçû...

Derketim ji derve, bêhna axê, mîzgînîya bahareke nû dida...

Heta sipêdê, lastîk û dînamêtên me ji daîreyên dewletê dizî bûn, birne ser çîyayên dorçaxên Cûlemêrga Paytextê Mîran..

Û...

Tarîtîya şevê da, me bi teq û reqa dinamîtan agirê Newrozê hilkir...

Babê min...
Ji xwewê şîyar bûbû...
Ji bo cara yêkemin agirê Newrozê dîti bû...

Û...

Ma çi bêjim, ez benî, 
Dinya dewr û dewran e û jîyan di nav çemên Dîcle û Feratê; dergûşa insanîyetê da berdewam e...

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin