Şandeyek ji Tirkiyeyê  wê biçe Emerîkayê

Şandeyek ji Tirkiyeyê wê biçe Emerîkayê

Çavkaniyên dîplomatîk ragihandine, ku Waşington û Enqerê li ser hin mijarên diyar li hev kirine û van rojan şandeyek ji Tirkiyê wê biçe Washingtonê. Hate gotin ku Cigirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Sedat Önal wê serektiya vê şandeyê bike.

A+A-

Doh bi şev çapemeniya Tirk bi nûçeya lezgîn belav kir ku çavkaniyên dîplomatîk ragihandine, piştî biryara danekirinê ya ku ji aliyê Wezareta Gencîneyê ya Emerîkayê ve hatibû eşkerekirin, hevdîtinên dîplomatîk berdewam dibû û di vê navberê de li ser hin mijaran pêşlihevkirinek pêk hatiye. 

Hate ragihandin biryar hatiye girtin ku hevdîtinen bi rûbirû wê berdewam bibe û bi armanca pêşxistina pêvajoyê û guftûgokirina li ser mijarên ku li hev kirine, van rojên pêşiya me şandeyek ji Tirkiyeyê wê biçe Waşîngtonê.

Hate ragihandin ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê PSedat Önal wê serektiya vê şandeyê bike. Herwiha hat gotin ku 9 kesên ji Wezareta Derve, Wezareta Dadê û Wezareta Enerjiyê di şandeyê de wê cih bigirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin