Şandeya WHO Encama Lêkolînên li Wuhanê Îro Radigihîne

Şandeya WHO Encama Lêkolînên li Wuhanê Îro Radigihîne

.

A+A-

Şandeya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dê îro Sêşemê encamên lêkolînên li Wuhanê ragihîne.

Ew şandeya ku ji pisporên navneteweyî çêbûbû, çar hefteyan li Wuhanê ser destpêka vîrusa korona lêkolîn kiribû.

WHO dîyar kir ku ewê encamên lêkolînê bi pisporên Çînê re eşkere bikin.

Vîrusa korona cara pêşî di Berfanbara 2019’an de li Wuhanê hatibû tespît kirin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li cîhanê heta niha 106,5 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 2,326,568 kes bi wê mirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin