
Heyeta PWKyê li Swêregê beşdarî bîranîna Faîk Bûcak bû
.
Malbata Faîk Bûcak, roja 05.07.2026ê, bi minasebeta 60emîn salvegera şehadeta Faîk Bûcak de, li Swêregê, li ser gora wî merasîmeke bîranînê li dar xist.
Li gel malbat û nas û dostên Faîk Bûcak û gelê me yê Swêregê, nûnerên gelek partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî vê bîranînê bûn.
Moderatorîya bîranînê Bora Balîn meşand.Di destpêka bîranînê de ji bo Faîk Bûcak fatîha hate xwendin û rêz hate girtin.Hevalê Faîk Bûcak Şakîr Epozdemîr, di derbarê peywendîyên xwe û Faîk Bûcak û şêweyê qebûl kirina Faîk Bûcak ya ji bo Sekreterîya Giştî ya PDKTyê de agahdarî da. Kurê Faîk Bûcak ê mezin Serhat Bûcak jî bi rêya telefonê beşdarî merasîmê bû û peyama xwe anî zimên.
Nevîya Faîk Bûcak a Hevseroka Şaredarîya Amedê Serra Bûcak, Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan, Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, Serokê Baroya Ruhayê Abdullah Oncel di derbarê jîyan û têkoşîna Faîk Bûcak de axivîn. Hevserokê Giştî yê DEM Partîyê Tûncer Bakirhan û hinek kesayetan jî peyamên xwe şandin.
Di bîranînê de helbesteke Faîk Bûcak bi dengî wî hate pêşkêş kirin.
Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, Vahît Aba, Serokê PWK Ewropayê Baran Boskan, endamê Komîteya Birevebir a PWKyê Mehmet Alî Yilmaz û rêvebir û endamên PWKyê yên li Swêregê beşdarî bîranîna Faîk Bûcak bûn.
Di dawîya bîranînê de kurê Faîk Bûcak, Sertaç Bûcak, bi kurmancî û kirdkî-zazakî spasîya beşdaran kir.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, li ser gora Faîk Bûcak di derbarê rol, girîngî, jîyan, taybetmendî û têkoşîna Faîk Bde axaftinek kir.
Ev jî teksta axaftina Mehmet Can Azbay e.
‘’ Hevalên hêja,
Dostên ezîz,
Îro em li vir, 60emîn salvegera şehadeta xwedê jê razî Parêzer Faîk Bûcak de, cenabê wî bi rêzdarî, minetdarî û hesreteke kûr bi bîrtînin.
Gorên Faîk Bûcak, Remzî Bûcak, Necmettîn Buyukkaya, Ferît Ûzûn, Ekrem Karahan, Îzzet Kandemîr, Mahmût Çikman, Mehmet Kerîm Hamîdanoglu û gelek welatperwerên kurd li vê gorastinê ne. Ez wan û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bir bîr tînim.
Faîk Bûcak, yek ji şexsîyetên herî bi rûmet, dilsoz û têkoşerê dîroka siyasî ya modern ya miletê Kurd e. Di dîroka kurd û Kurdistanê ya modern de xwedî cîhek taybetî ye. Faîk Bûcak yek ji serokê destpêkê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkîyeyê (PDKT) ye. Weke hûn jî dizanin PDKT di 11 Tîrmeh 1965 an de lı bajarê Amedê bi alîkarîya Fehmî Bîlal, ji alîyê Seîd Elçî, Şakir Epözdemir, Ömer Turhan, Derwêş Akgül û Şerafettin Elçi ve hatibû damezrandin.
Faîk Bûcak ne tenê serokek bû, ew sembola dozeke pîroz û asîl bû, jîyana xwe bi dadwerî û huqûqê, bi rihê kurd û kurdistanî, bi coşa edebiyatê ve hûnandibû. Jîyan û mîsyona siyasî ya Faîk Bûcak, hafizeya entelektuel û rêxistinkirî ya tekoşîna azadîya neteweyî ya miletê Kurd e.
Faîk Bûcak û hevalên wî kadroyên pêşeng ên Kurd bûn ku mafê diyarkirina qedera miletê Kurd diparastin. Mîsyona wan pişta xwe sipartibû hişmendîya neteweyî, demokratîk, pirdengî û pirrengîya civata kurd ya wê demê ku hemû dînamîkên gelê Kurdistanê hembêz dikir.
Nasnameya kurdistanî ya Faîk Bûcak ji tercîheke siyasî wêdetir, aîdîyeteke kûr bû ku bi rihê wî yê şaîrane û kesayetîya wî ya huqûqnasî hatibû nexşandin. Faîk Bûcak hem parêzerekî jîr û têkoşerekî bêhempa û hem jî şaîr û edîbekî milî bû. Şiîra wî ya bi nav û deng Sonda Mirinê ku digot:
‘’Sonda me mirin e di rêya te de ey Welat
Kefen û kirase me ye, ferman û xeml û xelat’’, manîfestoya welatparêzîya kurdên welatperwer yên wê demê bû.
Piştî derbeya leşkerî ya 1960an, di operasyona tasfiyekirinê ya ku li dijî ronakbîr, elît, rûsipî û eşîrên kurd hatibû destpêkirin de, ew bi xwe jî bû hedefa sirgûniya "Kampa Sîwasê" û pêvajoya darizandinê. Di wan rojên tecrîdê yên dijwar yên Kampa Sîwasê de û di darizandinên piştî wê de, bi serê xwe yê netewandî, bisekinîna xwe ya dîtbar û bi dehayê xwe ya huqûqî, hem rûmeta xwe û hem jî rûmeta gelê xwe parast.
Dostên hêja,
Rawestana bêhempa ya Faîk Bûcak û hişmendiya neteweyî ya ku wî bilind kir, statuko û pergalên serdestan eciz dikirin. Di sala 1966an de dema ku di encama sûîkasteke tarî de gihîşt asta şehadetê, li pey xwe ji miletê kurd û her weha jibo neslê nuh yên wek me, şopeke ku tu carî wenda nabe û meşaleyeka ku tu carî nayê vemirandin hişt.
Em îro li ser gora wî soz didin ku emê li ser wê şopê bin û meşaleya ku wî vêxistibû nedin vemirandinê. Ew ê di dilê miletê Kurd de wekî huqûqnasek, helbestvanek, partîzanek û berî her tiştî wekî rêberekî welatperwer, rûmetdar heta hetayê bijî.
Em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) xwe mîratgir, şopîner û berdewamîya têkoşîna 200 salî ya doza azadîya Kurdistanê, berdewamîya têkoşîna Faîk Bûcak û hemû rêber û kedkarên doza azadîya Kurdistanê pênase dikin.
Em li ber bîranîna wî ya pîroz bi rêzdarî serê xwe ditewînin. Rihê wî şad, cihê wî bihişt be.
05.07.2026
Mehmet Can Azbay
Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)





NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin