100 dadwerên Rêveberiya Xweser ji bo entegrasyonê diçin Şamê

100 dadwerên Rêveberiya Xweser ji bo entegrasyonê diçin Şamê

.

A+A-

Dadwerên Rêveberiya Xweser ji bo hevdîtinan gihîştin Şama paytexta Sûriyeyê.

Komîteya ku ji bo entegrekirina Saziya Dadê ya Rêveberiya Xweser a di nava Wezareta Dadê ya Sûriyeyê de hatiye erkdarkirin, ji Rûdawê re ragihand ku hejmareke dadwerên Rojavayê Kurdistanê çûne Şamê ku li gel berpirsên Wezareta Dadê ya Sûriyeyê bicivin.

Li gorî zanyariyên komîteyê, îro 15 dadwer wekî beşa yekem gihîştine Şamê.

Li gorî biryarê, bi giştî 100 dadwerên Rêveberiya Xweser bi çend beşan biçin Şamê bikin.

Hevdîtin yekşemê ne

Wezareta Dadê ya Sûriyeyê dê yekşemê hevdîtinên takekesî bi dadweran re bike.

Ev yek wekî gaveke destpêkê ye ji bo ku ew bi fermî li dadgehên parêzgeha Hisîçayê bixebitin werin pejirandin.

Ev gav di çarçoveya bendên peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an a navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de tê avêtin.

Li gorî vê peymanê, dê saziyên Rêveberiya Xweser tevlî nava wezaret û saziyên hikûmeta Sûriyeyê bibin.

Her wiha di vê çarçoveyê de, 20ê Nîsana borî şandeyên pispor ên Wezareta Dadê ya Sûriyeyê cara yekem, serdana Koşkên Dadweriyê yên li Hisîça û Qamişloyê kir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin