Şandeya Swêdê li Hewlêrê li gel Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê civiya

Şandeya Swêdê li Hewlêrê li gel Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê civiya

Şandeya Swêdê li Hewlêrê li gel Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê civiya

A+A-

Piştî serdana xwe ya ji rojavayê Kurdistanê re, Şanda Wezareta Derve ya Swêdê ligel Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê li Hewlêrê civiya.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ji K24 ragihand, hevdîtin li ser daxwaza şandeya Wezareta Derve ya Swêdê bû. Di hevdîtinê de pirsên diyaloga kurdî li rojavayê Kurdistanê, krîza Sûriyê û civînên li Cenêvê yên derbarê çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de hatin guftûgokirin.

Biro amaje bi rola Ewropa di krîza Sûriyê de kir û got: “Welatên zêdetir bandora wan di krîza Sûriyê de Sûriyê de hene, Amerîka û Rûsa ne û di piştî wan Tirkiye û Îranê tên, lê rola Ewropayê lawaz e.”

Di çend rojên derbasbûyî de şandeke Wezareta Derve ya Swêdê serdana rojava Kurdistanê kiribû û bi aliyên siyasî û HSDê re civiya bû û piştevaniya welatê xwe ji bo diyaloga kurdî - kurdî nîşan dabû.

Ev sardana şanda Wezareta Derve ya Swêdê ji rojavayê Kurdistanê re piştî wê yekê tê, Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde berî çend rojan di konferanseke rojnamevanî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê ji Tirkiyê daxwaz kir; hêzên xwe ji axa Sûriyê vekişîne û Enqere weke berpirsa dabeşkirina axa Sûriyê û çewisandina Kurdên li Sûriyê tohmetbar kir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin