Şandeya HDPê çû serdana Nêçîrvan Barzanî

Şandeya HDPê çû serdana Nêçîrvan Barzanî

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvana Barzanî kir û ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest.

A+A-

Îro êvara Şemiyê (07.04.2018) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeya bi serokatiya hevseroka HDPê Pervîn Buldan û hejmarek endamên wê partiyê kir.

Li gor nûçeyekê ya malpera hikûmeta herêma Kurdistanê ragehandî di hevdîtinê de hevseroka HDPê Pervîn Buldan û şanda ligel wê ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî sersaxî  ji Nêçîrvan Barzanî re xwest û hevxemiya xwe derbirîn û hêvî kirin ku, ev xem, xema dawî ya wan be.

Nêçîrvan Barzanî jî sipasiya hevxemiya wan kir û destxweşî li şanda HDPê kir û Pervîn Buldan jî pîroz ku di kongreya giştî ya HDPê de weke hevseroka partiyê hatibû hilbijartin.

Di beşeke din ya hevdîtinê de behsa rewşa kurdan li Tirkiyê û giringiya çareserkirina pirsa kurdan li wî welatî hat kirin, herwiha tekezî li çareseriya pirsgirêkan bi rêya aştî û danûstandinê hat kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin