Şandeke Tirkiyê serdana Misrê kir

Şandeke Tirkiyê serdana Misrê kir

.

A+A-


Tirkiyê di encama hewlên xwe yên sererastkirina têkiliyên bi Misrê re de, duh şandeyek, ji Qahîreya paytexta Misrê re şand. 

 Tirkiyê di encama hewlên xwe yên sererastkirina têkiliyên bi Misrê re de, duh şandeyek, ji Qahîreya paytexta Misrê re şand.

Serokatiya şandeyê Cîgirê Wezîrê Karên Derve Sedat Onal dike. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu meha borî ragihadibû ku hevdîtinên bi Misrê re di asteke nizm de di meha Gulanê de dê destpê bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Misrê Sameh Şûkrî meha borî anîbû ziman ku ji bo nirxandina hewlên Tirkiyê divê kanalên Îxwan-ul Muslîmîn, ku ji Tirkiyê weşanên li dijî Misrê dikin, werin girtin. Piştî ev daxuyaniya Şûkrî dengê kanalên têkildar nizm bû.

Ji sala 2013an pê ve bi hilweşandina Serokê ji tevgera Îxwanê Muhemed Mursî, ji aliyê Serokê Misrê Abdulfettah El Sîsî ve, Tirkiyê têkiliyên dîplomatîk bi Misrê re ravestandibûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin