Şandeke Rojavayê Kurdistanê serdana Şamê kir

Şandeke Rojavayê Kurdistanê serdana Şamê kir

Şandeke hevbeş a Partîya Pêşverû, Encûmena Sûrîya Demokratîk (MSD) û Rêveberîya Xweser li Şamê ligel berpirsên hikûmeta Sûrîyê pirsên cuda gotûbêj kirin û vegerîya Rojavayê Kurdistanê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Endamê wê şandê Şêwirmendê Rêveberîya Xweser Bedran Çîya Kurd ji Rûdawê re ragihand, ku hîn jî ligel berpirsên hikûmetê ti lihevkirinek çê nebûye, lê li ser pirsên cuda, danûstandin kirin û ew dixwazin atmosfereke baş were avakirin ji bo danûstandineke cidî û fermî ligel Şamê.

Bedran Çîya Kurd tekez kir, ku danûstandin baş birêve diçin û ew hêvî dikin encamên baş jê derkevin ku xizmeta xelkê navçeyê bikin.

Şanda ku serdana Şamê kir ji Hevseroka Desteya Cîbicîkar a MSDê Îlham Ehmed, Şêwirmendê Rêveberîya Xweser Bedran Çîya Kurd,û endamê polîtburoya Partîya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê, Ehmed Silêman pêk hatibû.

Ev şand berî 3 rojan li Himîmîm bû û ligel berpirsên rûs jî civîya bû.

Berî demekê, hikûmeta Sûrîyê daxwaz ji alîyên Rojavayê Kurdistanê kiribû, ku serdana Şamê bikin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin