Şandeke Dalkurdê îro serdana Amedsporê kir

Şandeke Dalkurdê îro serdana Amedsporê kir

.

A+A-

Şandek ji Rêveberên Tîma Dalkurdê îro li Amedê serdana Tîma Amedsporê kirin. Şanda Dalkurdê ku di bin serokatiya Alîkarê Serokê Tîma Dalkurdê Welat Kiliçaslan de pêk hat, ji aliyê Serokê Tîma Amedsporê Selahedîn Yildirim ve hate pêşwazîkirin. Kiliçaslan formayek tîma Dalkurdê ji Yildirim re diyarî kir. Yildirim jî formayê Amedsporê diyarî Kiliçaslan kir.

Cara yekemîn e ku rêveberên Tîma Dalkurdê û Amedsporê dicivin û dixwazin di navbera herdu tîmên kurd de hevkariyek pêk bînin û ji tecrûbeyên hev sûd werbigrin.

Alîkarê Serokê Tîma Dalkurdê Welat Kiliçaslan, ji Rûdawê re diyar kir ku ew dixwazin hevkariyeke xurt di navbera herdu tîman de pêk bê û zarokên kurd ên bi qebîliyet ji Amedê û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê bibin Swêdê û di tîma xwe de bidin lîstandin. Kiliçaslan, da zanîn ku ew dixwazin li Amedê ji bo perwerdekirina zarokan binesaziyeke futbolê ya Dalkurdê ava bikin û tîma xwe bi rengekî kurdewar bi pêş bixin.

Welat Kiliçaslan, Alîkarê Serokê Tîma Dalkurdê got, “Hevdîtina me hinekî spontane çêbû. Lê armanca me ew e ku em bikaribin di pêşerojê de tecrûbeyên xwe parve bikin. Di pêşerojê de em dixwazin ciwanên xwe, pêşeroja xwe, akademiyên xwe li vir ava bikin. Bi xêra Dalkurdê em dixwazin li Amedê, li bajarên din ên Bakur gelek lîstikvanan derxin û bixin vîtrîna Ewropayê jî. Gelek lîstikvanên me hene li Ewropayê dilîzin lê bi nasnameya kurdî nayên naskirin. Em dixwazin vê nasnameyê ava bikin. Akademiya me û akademiya wan jî heye. Em dixwazin herdu akademiyan bikin yek û hevkariyek saz bikin. Ne tenê li vê derê, li Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Zaxoyê jî em dixwazin vê hevkariyê bikin. Akademiyan ava bikin. Li vir jî li Bakurê Kurdistanê li Cizîrê, Ruhayê, Mêrdînê û gelek bajarên din jî em dixwazin bi tîmên wan deran re jî hevdîtinê bikin.”

Serokê Tîma Amedsporê Selahedîn Yildirim jî ji Rûdawê re da zanîn ku ew ji vê serdanê gelek kêfxweş bûne û ew dixwazin danûstandinên wan di rojên pêş de baştir û germtir bibin.

Selahedîn Yildirim diyar kir, “Berê têkiliya me bi hev re tunebû. Me ev têkilî danî. Em ê ji îro û pê de jî zêdetir hev bibînin, zêdetir bi hev re bin. Cara yekemîn e ku em danûstandineke wiha dikin. Me fikrên xwe, nêrînên xwe ji hev re got. Ka em herdu tîm çawa dikarin xwe zêdetir bi pêş bixin û serkeftinan bi dest bixin, em li ser wê axivîn. Înşela em ê têkiliyên baştir ava bikin. Belê me nû hev nas kir, me li hev guhdar kir. Di demeke kurt de em ê careke din bêne ba hev.”

Dalkurd li Swêdê yekem tîma kurdan e ku evqas navdar bûye û li her çar perçeyên Kurdistanê alîgirên wê hene.

Tîma Amedspor jî di nava tîmên Bakurê Kurdistanê navdartirîn tîma kurdan e ku li her çar aliyên welat bi milyonan kes piştgiriya wê dikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin