Şanda Rêveberiya Xweser a Rojava li Fransayê ye

Şanda Rêveberiya Xweser a Rojava li Fransayê ye

.

A+A-

Şandeke Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi serdanekê li Fransayê yê û hevîdtinan pêk tîne.

Daîreya Têkiiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, şanda Rêveberiya Xweser ji her yek ji Serokê Desteya Peywendiyên Derve Ebdulkerîm Omer, Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulselam Mistefa û Nûnerê Rêveberiya Xweser li Fransayê Xalid Îsa pêkhatibû, ji aliyê Cîgirê Serokê Senatoya Fransayê Pierre Laurent ve hatiye pêşwazîkirin.

Li gor malpera fermî ya Rêveberiya Xweser, di civînê de mijarên wek "rewşa Rojavayê Kurdistanê bi giştî, pêşhatên herî dawî li navçeyê, metirsiya şaneyên DAIŞê û dubare bihêzbûna wê rêxistinê û herwiha gefên Tirkiyê yên bo lidarxistina operasyoneke nû ya leşkerî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê" hatine gotûbêjkirin.

Herweha di civînê de şanda Rêvebereya Xweser pesnê destpêşxeriya 102 parlamenter û senatorên Fransî daye ku daxwaza ragihandina navçeya dijefirînê li navçeyên Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) û bi fermî naskirina Rêveberiya Xweser kirine.

Cîgirê Serokê Senatoya Fransayê Pierre Laurent jî di civînê de piştevaniya xwe û hevalên xwe ji bo Rêveberiya Xweser û xelkê Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) ragihand û tekez kir ku xelkê Fransa û piraniya endamên parlamentoyê piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser dikin.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer jî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê hevdîtinê de agahî dane.

Ebdulkerîm Omer daye xuyakirin, "Duh me bi Senatorê Fransî Pierre Laurent re hevdîtin kir. Me spasiya Rêveberiya Xweser a Rojava û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û senatorên din kir ku piştgirî dane wan. Dubare pabendbûna xwe bi piştgirîkirina herêmê li dijî DAIŞê û nehiştina operasyoneke leşkerî ya muhtemel ji aliyê Tirkiyê ve tekez kirin."

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin