Şanda Hewlêrê li 'Kurdistana Biçûk' Nashville ye

Şanda Hewlêrê li 'Kurdistana Biçûk' Nashville ye

.

A+A-

Şanda bi serokatiya Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw, li bajarê Nashville ê eyaleta Tennessee ya Amerîkayê ku wek “Kurdistana Biçûk” tê naskirin, hevdîtinên xwe didomîne.

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw û şanda pê re serdana şaredarî û meclisa bajarê Nashville kirin. Hat diyarkirin, hevdîtin ji bo pêşxistina peywendiyên çandî, aborî û dostane yên di navbera bajarên Hewlêr û Nashville de ne.

Cîgirê Serokê Şaredariya Nashville Jim Shulman ji Rûdawê re li ser xurtkirina peywendiyên dostane yên her du bajaran desnîşan kir ku ew dixwazin pêwendiyên aborî û çandî di navbera her du bajaran de pêş bixin û projeya perwerdekirina xwendekaran pêk bînin.

Jim Shulman her wiha li ser projeyan anî ziman, "Li Nashville gelek dîroknasên me hene. Ez dizanim ew dixwazin serdana Hewlêrê bikin û li ser mijarên dîrokî lêkolînan bikin. Em dixwazin di warê perwerdeyê de jî têkiliyên her du bajaran pêş bikevin. Em dixwazin van projeyên ku me behs kirin pêk bînin.”

Şanda Hewlêrê her wiha beşdarî civîna Encûmena Bajarê Nashville bû û Umîd Xoşnaw di civînê de axavtinek kir.

Hate diyarkirin ku di civînê de behsa sûdwergirtina her du bajaran ji ezmûn û xebatên hev hate kirin.

Kenan Xeylanî yê ku di nav şanda Kurdistanê de bû, ji Rûdawê re ragihand, ew xizmetguzariyên ku rayedarên wî bajarî pêşkêşî welatiyên xwe kirine, di dema peywendiyên xwe yên bi Nashville de ji nêzîk ve lêkolîn kirine û ji wan ezmûnan hatine agahdarkirin.

Di civînê de behsa wê yekê jî hat kirin ku şandeke Şaredariya Nashville dê serdana Hewlêrê bike û behsa destexwişbûna bajarên Nashville û Hewlêrê bike.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin