SANA: Tirkîyê êrîşî artêşa Sûrîye kir

SANA: Tirkîyê êrîşî artêşa Sûrîye kir

Ajansa SANA ya dewleta Sûrîyê ragihand ku hêzên Tirkîyê û hevbendên wê îro roja pêncşemê li bakurê rojhilata welêt Sûrîyê li bajarê Til Temirê êrîş birin ser hêzên wê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Ajansa SANA ya dewleta Sûrîyê ragihand ku hêzên Tirkîyê û hevbendên wê îro roja  pêncşemê li bakurê rojhilata welêt Sûrîyê li bajarê Til Temirê êrîş birin ser hêzên wê.

Li gor SANAyê belav kirîye ku hêzên Tirkîyê û komên ser bi wan li Til Temir êrîş birine ser xaleke artêşa Sûrîyê û hêzên Sûrîyê jî bersîva wan dane. Di encama êrîşê de kuştî û birîndarên leşkerên Sûrîyê çêbûne.

Herwiha SANAyê belav kirîye ku hêzên Tirkîyê hewl didin gundên li dorûbera Til Temirê têxin bin kontrola xwe.

Piştî êrîşa Tirkîyê û vekişîna hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê hêzên rejima Sûrîyê derbasî bajarên Rojavayê Kurdistanê bibûn bo parastina bajarên Rojavayê Kurdistanê beramber êrîşên Tirkîyê û komên opozîsyona Sûrîyê ku Tirkîye piştevanîyê li wan dike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin