SANA: Artêşa Îsraîlê başûrê Sûriyê kir armanc

SANA: Artêşa Îsraîlê başûrê Sûriyê kir armanc

.

A+A-

Jêderekî leşkerî ji ajansa “SANA” re ragihand, îro demjimêr derdora 05:00, Îsraîlê ji aliyê Golanê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên li başûrê Sûriyê kirin armanc.

Wî jêderî destnîşan kir jî, sîstema berevaniya asmanî rûbirûyî mûşekan bûn û hejmarek ji wan têk birin û xistin xwarê.

Ji aliyê xwe ve, Artêşa Îsraîlî ragihand, topxaneyên wê şeva Şemî-Yekşemê, weke bersivekê li hember avêtina 3 mûşekan ji wê deverê ber bi axa Îsraîlê ve, hin xalên li Sûriyê bombebaran kirin.

Li gorî nûçeya “Reuters”, Îsraîlê baregeheke artêşa Sûriyê, sîstemên radarê yên leşkerî û çeperên topxaneyên hêzên çekdar ên Sûriyê bombebaran kirin.

Ev yek di demekê de tê, Lîwaya Qudsê berpirsatiya xwe ji avêtina mûşekan li ser bilindahiyên Golanê ragihand.

Ev avêtina mûşekan, piştî pêşhateke bêmînak li eniya Îsraîlî-Lubnanî ji sala 2006an ve tê, ku roja Pêncşema borî nêzîkî 30 mûşekan ji Libnanê ber bi Israîlê ve hatin avêtin, di encamê de kesek birîndar bû û ziyanên madî çêbûn.

Artêşa Îsraîlê da zanîn, ti aliyek avêtina mûşekan negirtiye ser xwe, lê ew ji aliyekî Filistînê ve hatiye kirin û eger e ku Tevegra Hemasê li pişt vê aloziyê be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin