Şam: Bo Kurdan ne serxwebûnê ne federalîzmê qebûl nakin

Şam: Bo Kurdan ne serxwebûnê ne federalîzmê qebûl nakin

Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand, ew ti keyaneke Kurdî çi serbixwe çi federalî li Sûriyê qebûl nakin.

A+A-

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim li Şamê di hevdîtina ligel mamoste û xwendekarên zanîngeha Şamê de ragihand, Kurd beşeke girîng ji tevna Sûrî ye û ji berjewendiya dewletê her dem hikûmet amade ye pê re danûstandinê bike.

Muelim tekez kir, ew ew ti keyaneke Kurdî ya serbixwe yan federalî li Sûriyê qebûl nakin û ti alternative ji bilî vegera ji hembêza dewletê re nîne.

Wezîrê Derve yê Sûriyê amaje bi wê jî kir, divê Kurd li pişt xewna Amerîkayê neçin.

Li ser Idlibê jî Muelim got, rizgarkirina parêzgeha Idlibê ji rêxistinên terorî ji karên pêşîne yên hikûmeta Sûriyê ye û da zanîn ku ew li ser vê pirsê bi Rûsyayê re hevrêziyê dikin.

Muelim rexne li Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û grûpên çekdar ên li Idlibê girt û got, wan rêkeftina Sochiyê ya derbarê Idlibê de binpê kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin