Salih Muslim Di Derheqê Navçeya Aram De Axivî

Salih Muslim Di Derheqê Navçeya Aram De Axivî

Salih Muslim di civîneke ligel eşîrên Ereb li Girê Sipî de behsa “navçeya aram” kir û got dê hêzên wan bi qasî 5 kilomitran ji sînor dûrbikevin.

A+A-

Hevserokê Desteya Peywendiyên Derve ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand, ew rêkeftina di navbera Amerîka û Tirkiyê de çêbûye, ne rêkeftina navçeyeke aram e, lê protokoleke ji bo aramkirina deverên sînorî ye. Muslim herwiha got ku tenê serbazekî Tirk jî derbasî navçeya aram nabe.

Hevserokê Desteya Peywendiyên Derve ya PYDê Salih Muslim di civîneke ligel eşîrên Ereb li Girê Sipî de behsa “navçeya aram” kir û got dê hêzên wan bi qasî 5 kilomitran ji sînor dûrbikevin.

Salih Muslim dibêje, dê encûmenên xwecehî yên wan navçeyan bi erkê parastina xwe û peydakirina ewlekariyê rabin û dê tu serbazekî Tirk, li wê navçeyê tunebe.

Muslim ew rêkeftina di navbera Amerîka û Tirkiyê de çêbûye, wek protokoleke ji bo aramkirina deverên sînorî bi nav kir û got ne rêkeftina navçeyeke aram e.

Li aliyekî din, Tirkiye çavdêriya tevgerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser sînor dike.

Tirkiyê ragihand, ku ew bi balafirên bêpîlot çavdêriya HSDê dikin û eger Amerîka sozên xwe cîbicî neke dê pilana xwe ya bicîbicî bikin, ku bi egereke zêde encamdana êrîşeke serbazî bo ser Rojavayê Kurdistanê ye.

Tirkiyê ragihandiye ku navenda operasyonên hevbeş li ser karê xwe berdewame û çavdêriya esmanî jî destpê kiriye û 2 helîkopter li Tirkiyê û 2 jî ji Amerîka di çavdêriya esmanî de beşdar in.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê, Hulusî Akar da xuyakirin, eger Amerîka sozên xwe cîbicî neke, Tirkiyê dê pilanên xwe yên B û C jî destpê bike û amadekariyên Tirkiyê ji bo cîbicîkirina wan pilanan temam bûne.

Amerîka û Tirkiyê piştî hevdîtinên şandên serbazî yên herdu aliyan ên li Enqerê, 7ê Tebaxê bi daxuyaniyên cuda aşkere kiribûn ku ew li ser avakirina 'navendeke hevbeş' a ji bo koordînekirina 'Navçeya Aram' li ser axa Rojavayê Kurdistanê gihiştine rêkeftinekê.

Li aliyê Rojhilatê Ferat û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, Tirkiye hewl dide hevahengiyê ligel Amerîkayê bike, ji bo ku armancên xwe pêk bîne, ku ew jî dûrxistina hêzên YPGê û HSDê ye ji sînorê Tirkiyê, herwiha kontrolkirina wan navçeyan û bicihkirina hêzên çekdar ên opozsiyonê li wan deveran. Di heman demê de, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan ragihandiye ku piştî kontrolkirina wan navçeyan, dibe ku ew nêzîkî 4 milyon penaberên sûrî vegerînin welatê wan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin