Salih Mislim: Metirsî heye çekdarên Idlibê derbasî Efrînê bên kirin

Salih Mislim: Metirsî heye çekdarên Idlibê derbasî Efrînê bên kirin

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya TEVDEMê Salih Mislim ragihand, dibe ku Tirkiyê û Rûsyê pilan kiribin, ku çekdarên li Idlibê, ber bi Efrînê ve bibin, lê şervanên YPGê nahêlin ku ew çekdar derbasî Efrînê bibin.

A+A-

Salih Mislim derbarê rêketona di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser Idlibê got: Rûsya fişaran li Tirkiyê dike, daku li Idlibê çareyekî ji çekdarên tundrew re bibîne û bi gotina Mislim, ew çekdar ji aliyê Tirkiyê ve derbasî Sûryê bûne.

Mislim diyar kir, ku niha doseya Idlib di destê Rûsya û Tirkiyê de ye, lê ev yek wilo namîne û Birîtanya û Amerîka û Firensa, wê destwerdanê bikin.

Navhatî got jî: Hêza me ya serbazî diwemîn hêz e li Sûrya û ne tenê çiya dostên Kurdan in lê Kurdan tekez kirin ku karin pêwendiyên xwe li ser astên navxweyî û navdewletî  berfireh bikin û dostan ji xwe re çêkin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin