Şahidan behsa Komkujiya Geliyê Zîlanê kiriye

Şahidan behsa Komkujiya Geliyê Zîlanê kiriye

.

A+A-

Gultekînî niha jî pirtûkeke din çap kiriye ku di wê de jî şahidên komkujiyê axivîne. Navê pirtûka Gultekînî “Esmanê Sor” e. Her weha navê wê yê duyem jî “Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan” e.

Piştî ku li Zîlanê komkujî pêk hat, rojnameya Cûmhûriyetê bi vî sernavî nûçeyek weşandibû: “Temizlik Başladı – Zeylân deresindekiler tamamen imha edildi” Paqijiyê destpê kir. Yên li Geliyê Zîlanê hemû hatin tunekirin).

Piştî Serhildana Agiriyê, di Tîrmeha sala 1930yî de hêzên dewletê hemû gundên devera herêma Geliyê Zîlanê, li newalekê kom kiribûn û li wir komkujiyek pêk anîbûn. Navê vê Komkujiyê di nava rûpelên dîrokê de weke Komkujiya Geliyê Zîlanê cihê xwe girtiye.

*Arşîv / Rojnameya Cûmhûriyetê

Rojnameya Cûmhûriyetê di heman nûçeyê de diyar kiriye ku “Operasyon hê dewam dike.”

Di encama vê operasyona ku bi navê “paqijiyê” hatiye penasekirin, bi hezaran mirov tên kuştin. Di 16ê Tîrmehê de jî nûçeya Cûmhûriyetê nivîsiye ku “Hejmara eşqiyayên ku di operasyonê de hatine tunekirin, ji 15 hezarî zêdetir e.”

Pirtûk û belgefîlmek amade kiriye

Lêkolîner û nivîskar, Nîhat Gultekîn ev demeke serê xwe bi mijara Komkujiya Geliyê Zîlanê ve diêşîne. Bi pey şahidên komkujiyê ketiye û di encama vî karî de wî bi navê “Esmanê Sor” belgefîlmek amade kiriye. Her weha pirtûkeke din bi navê "Tahir Nas - Şahidekî Komkujiya Geliyê Zîlanê" çap bûye. Di belgefîlm û pirtûkê de şahidên komkujiyê behsa çavdêrî û serpêhatiyên xwe kirine.

Gultekînî niha jî pirtûkeke din çap kiriye ku di wê de jî şahidên komkujiyê axivîne. Navê pirtûka Gultekînî “Esmanê Sor” e. Her weha navê wê yê duyem jî “Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan” e.

Nîhat Gultekîn di vê pirtûkê de 15 hevpeyjînên 12 şahidan weşandiye. Ew şahid hemû jî di belgefîlmê navborî de axivîne. Gultekînî di destpêka pirtûkê de diyar kiriye ku hin ji van şahidan di dema amadekirina belgefîlm û pirtûkê de koça dawî kirine. Yanî ev jî dide xuyakirin ku bê ka çi karekî girîng hatiye kirin. Lewre gelek kesên şahidî li bûyerên destpêka sedsala 20an kirine, hêdî hêdî konê xwe bar dikin û koç dikin.

Nivîskar Rohat Alakomî ji bo pirtûkê pêşgotinek nivîsiye ku behsa girîngiya vê pirtûkê dike.

Di vî pirtûka 236 rûpelî de hemû hûrgilî ango detayên wê komkujiyê hatine komkirin ku yekser ji devê şahidan hatine wergirtin. Leşkeran gundên li der û dorê çawa kom kirine, ew çawa birine geliyê, li wir çawa gule li wan reşandine û gelek tiştên din di vê pirtûkê ji devê şahidan ve hatine nivîsîn.  

Ji ber ku di dîroka fermî de rewş li gorî îdeolojî û daxwazên fermî tên nivîsandin û bi gotina Apê Mûsayî “Di lûxeta wan de navê kuştina me kurdan paqijî ye”, pirtûk, belgefîlm û çendîn xebatên bi vî rengî yên derbarê vê dîrokê de gelekî girîngtir dibin. Pirtûka ku Nîhat Gultekînî bi keda salan amade kiriye, ji hêla Weşanxaneya Dozê ve hatiye çapkirin.

Derbarê Nîhat Gultekînî de

Di sala 1971ê de, li gundê Girberanê yê navçeya Bazîdê bajarê Qerekilîse ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê Girberan, dibistana navîn û amadehiyê li Bazîdê xwendîye. Piştî xwendina xwe du sala (1989–1991) li gundên Bazîdê mamostetiya wekîliyî kirîye. Li Bazîdê, sê salan serokatiya Komeleya Ehmedê Xanî (Ehmedê Xanî Kültür ve Aydınlanma Derneği) kirîye. Bi hevjîna xwe Bahar Gültekin û Mehmet Gültekin re 5 salan li ser Salnama Ehmedî Xanî xebitîye û pênc kitêb çap kirine. Di rojname, kovar û malperên mîna Özgür Gündem, Yeni Özgür Politika, Doğubayazıt Halkın Sesi, Dilop, bianet, Kürt Tarihi, Kovara Nûbiharê, Kırık Saatê nivîsên wî weşîyane. Zewicandîye û bi navê Rûbar Agirî kurêkî wî heye. Ji meha Gulana sala 2014an ve li Stenbolê dijî.

Pirtûkên wî 

Kilam û Pênûs, Lis 2018

Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî – Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl, Lîs 2019

Tahîr Nas - Şahidekî Komkujiya Geliyê Zîlan, Lîs 2022

 

Ferid Demirel / Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin