Siyamend Efrîn: Me bi şandeya Şamê re dosyeya girtiyan nîqaş kir

Siyamend Efrîn: Me bi şandeya Şamê re dosyeya girtiyan nîqaş kir

.

A+A-

 Alîkarê Fermandarê Ewlehiya Navxwe yê parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) Mehmûd Xelîl Elî ku wekî "Siyamend Efrîn" tê naskirin, ragihand ku wî bi şandeya Serokê Sûriyeyê re dosyeya girtî û koçberan nîqaş kiriye.

Mehmûd Xelîl Elî li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsand ku ew roja sêşemê bi şandeya Serokê Sûriyeyê re civiyaye û bi wan re gelek dosye nîqaş kirine.

Vegera koçberan û dosyeya girtiyan

Alîkarê Fermandarê Ewlehiya Navxwe eşkere kir ku şandeya Serokatiya Sûriyeyê ji Ehmed Hîlalî û Xalid Hîlalî pêk hatibû.

Di civînê de dosyeya girtiyan û çawaniya çareserkirina vê dosyeyê hatin nîqaşkirin.

Her wiha nîqaş li ser mekanîzmaya vegera koçberan a ji bo bajarên wan, pêkanîna aramiyê û xurtkirina gavên baweriyê hatin kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin