Li Amedê dê 100 bîrên petrolê bikolin

Li Amedê dê 100 bîrên petrolê bikolin

.

A+A-

Birêvebirê Hilberînê yê Herêma Êlihê yê Hevbeşiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ragihand ku ew dê îsal li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 100 bîrên nû yên petrolê vedin.

Bi vî awayî tê armanckirin ku hilbirîna rojane ya petrolê ya li bajêr ji 15 hezar bermîlan derkeve 20 hezar bermîlan.

Pêngaveke nû tê avêtin

Serpêhatiya petrolê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê sala 1961ê dest pê kiriye.

Îsal di warê sondaj û lêgerînê de pêngaveke nû tê avêtin.

Birêvebirê Hilberînê yê Herêma Êlihê yê TPAOyê Mehmet Tahîr Ergîn doh derbarê xebatên hilberînê yên sala 2026an de agahî dan.

Mehmet Tahîr Ergîn da zanîn ku niha li Amedê rojane derdora 15 hezar bermîl petrol tê derxistin.

Ergîn destnîşan kir ku ji bo zêdekirina vê kapasîteyê planên wan amade ne.

"Dê rojane 20 hezar bermîl petrol were derxistin"

Ergîn li ser mijarê got, “Em dê sala 2026an tenê li Amedê nêzîkî 100 bîrên nû vekin.

Em pêşbînî dikin ku bi van bîrên nû re hilberîna me ya rojane nêzîkî 20 hezar bermîlan bibe.

Her bîreke ku em vedikin piştgiriyeke mezin dide bazirganî, aborî û peydakirina derfetên kar ên li herêmê.”

Ergîn bal kişand ser stratejiya serxwebûna di enerjiyê de û ragihand ku petrola bi sermaye û teknolojiya navxweyî tê derxistin, sûdeke zêde digihîne aboriya Tirkiyeyê.

"Navê wî dê bi tîpên zêrîn bê nivîsîn"

Wî her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku Amed di hilberîna petrola xav de xwedî cihekî stratejîk e û wiha domand:

“Serpêhatiya petrolê ya Amedê ku sala 1961ê dest pê kiribû, îro bi lez didome.

Bi hilbirîna ku em dê sala 2026an bikin, em plan dikin Amed di warê petrolê de bibe bajarekî ku navê wî bi tîpên zêrîn bê nivîsîn.

Li her bîreke ku em vedikin û li her xaleke ku xebatên petrolê lê tên kirin, em sûdeke zêde digihînin aboriya herêmê û derdorê.

Em her wiha sûdê digihînin peydakirina derfetên kar, bazirganiyê û sektorên din ên aboriyê.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin