Şaciwana Kurdistanê ya 2016

Şaciwana Kurdistanê ya 2016

Li Hewlêrê rêwresma hilbijartina Şaciwana Kurdistanê hate sazkirin û di nav 11 ciwanan de Jalya Sîrwan weke “Şaciwana Kurdistanê ya sala 2016ê” hate hilbijartin.

A+A-

Li Hewlêrê rêwresma hilbijartina Şaciwana Kurdistanê hate sazkirin û di nav 11 ciwanan de Jalya Sîrwan weke “Şaciwana Kurdistanê ya sala 2016ê” hate hilbijartin.

Şevê din (06-10-2016) li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, rêwresma hilbijartina Şaciwana Kurdistanê hate lidarxistin.

Di qonaxa pêşîn de 63 keçan navên xwe ji bo pêşbirkê tomar kiribû. Ji van 11 kes ji bo fînalê mabûn ku navên wan wiha ne; Nîştîman Sabir, Şadî Ebdûlkerîm, Van Mehdî, Dunya Hejar, Alê Azad, Sergûl Selam, Şîkal Sadiq, Sîma Şefî, Nîda Ezîz, Jalya Sîrwan û Sara Eskender.

Rêwresma hilbijartinê ji aliyê şîrketa Bablion ve û bi çavdêriya Desteya Geştiyarî ya Herêma Kurdistanê, hate sazkirin.

Yekemîn car di sala 2012ê de pêşbirka Şaciwaniya Kurdistanê hate lidarxistin û Şane Ako, hate hilbijartin.

Ji ber krîza darayî di salên 2014 û 2015ê de pêşbirk nehate kirin.

wêne
http://rudaw.net/kurmanci/lifestyle/071020162

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin