Rûsyayê li ser 'devera aram' daxuyanî da

Rûsyayê li ser 'devera aram' daxuyanî da

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi fermî helwesta Rûsyayê li ser pêşniyara Donald Trump a ji bo çêkirina devereke aram li Sûriyê nîşan da û ragihand ku divê çêkirina devera aram di çarçoveya serweriya hikûmeta Şamê de be.

A+A-

Twîta Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser çêkirina devereke aram li Sûriyê, bûye mijareke germ li Rûsyayê. Moskow niha gotûbêja wê mijarê dike, Rûsya dixwaze armanc û şêwaza çêkirina devera aram bizane.

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku çêkirina devereke aram li Sûriyê divê li gor pêwîstiyê be û di çarçoveya rêzgirtina serweriya hikûmeta Şamê de be.

 

Sergey Lavrov dibêje: “Serok Trump ragihand ku serbazên wan ji Komara Sûriyê ya Erebî derdikevin, di vê çarçoveyê de fikra çêkirina devera aram bi kûrahiya 20 mîl ragihand. Ev mijar divê ji wî aliyê ve were temaşekirin ku siberojeke wê ya çawa dê hebe, ji wî aliyê ve ku çiqas pêwîst e ku bi awayekî bilez hikûmeta Sûriyê axa xwe vegerîne bin kontrola xwe, bêguman ev mijar dema Serok Erdogan li gel Serok Putin werin ba hev, dê were gotûbêjkirin.”

 

Çavdêrên siyasî ne di wê baweriyê de ne ku Rûsya piştgiriya çêkirina devera aram bike, ji ber ku Moskow her dem bi guman e di meramên Amerîkayê de, bi taybetî di mijara Sûriyê de.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin