Rûsyayê Balyozê xwe yê Washingtonê vexwend Moskowê

Rûsyayê Balyozê xwe yê Washingtonê vexwend Moskowê

.

A+A-

Rûsya, Balyozê xwe yê li Washingtonê, piştî gotinên Serokê Amerîka Joe Biden yên li dijî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, vexwend Moskowê.

Biden ji ABC News re axifîbû û dabû zanîn, Putin dê ji ber destwerdana di hilbijartina seroktiyê ya 2020an de, hin berdêlan bide.

Wezareta Karûbarên Derve ya Rûsya diyar kir, wan Serbalyozê xwe Anatoly Antanov, bo danûstandinên li ser pêwendiyên Washington û Moskowê, vexwendiye welêt.

Wezaretê di daxuyaniyê de eşkere kir, Rûsya bi wê vexwendinê hewil dide ku rê liber pûçbûna pêwendiyên Moskowa û Washingtonê bigire.

Daîreya Îstixbareta Neteweyî ya Amerîka bi raporekê dabû zanîn, Putin hewil daye ku îtîbara Biden kêm bike û piştgirî daye karên ser danasîna Trump.

Herwiha, Kremlînê li ser wê raporê gotibû, ew rapor şaş e, bêdelîl û bêbingeh e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin