Rûsya muxalîfê Kremlinê Navalny bi 3.5 Salan Ceza Kir

Rûsya muxalîfê Kremlinê Navalny bi 3.5 Salan Ceza Kir

.

A+A-

Muxalîfê Kremlinê Aleksî Navalny îro Sêşemê ji hêla Dadgeheke Rûsî bi sê sal û nîv salên zindankirinê hate ceza kirin.

Parêzerê wî ragihand ku wê dema ku wî berê wek dema girtina li mal derbaz kirîye were hesibandin û ewê Navalny du sal û heşt mehan di girtîgehê de bimîne.

Rêberê opozsyonîsyonê Navalny jibo biryara dadgehê serokê Rûsya Vladimir Putin sûcdar kir û wek gaveke nefret û tirsa Putin ya ji wî bi nav kir.

Biryara îro ku bi gelemperî dihat pêşbînîkirin, , piştî xwepêşandanên girse yên li seranserê welat ku azadkirina Navalny dihat xwestin hat ragihandin.

Herwiha, ev biryara dibe ku peywendîyên Rûsya yên bi welatên Rojava re pirtir xirabtir bike.

Hevdem, dibe ku heman welatana bi sedema rêvebirina vê doza Navalny dijî Rûsya toleyan dîyar bikin.

Amerîka, Brîtanya û Almanya ji Moskow daxwaz kiribûn ku demûdest Navalny azad bike.

Wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinken jî ragihandibû ku Washington dê ji nêz ve bi hevalbendên xwe re hevsîngîyê bide da ku ji Rûsyayê hesaban bipirse.

Aleksî Navalny yek ji rexnegirên herî navdar yê Putin, di 17'ê Rêbendanê de bi sedema binpekirina serbestberdana wî ya berê dema ku ji Almanya vegerya Moskow hatibû girtin.

Hejayê bîrxistinê ye ku Nivaly piştî jahrkirina wî ya di 22'yê Tebaxa 2020'ê de, jibo dermankirine li Almanya bû.

Navalny bo 32 rojan li nexweşxaneya Charite ya Berlînê hat derman kirin û piştre ji nexweşxanê hatibû derxistin.

Hebûna gaza Novichok ya di canê Navalny de ji hêla Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) ve hatibû piştrast kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin