Rusya: Lûtkeya çaralî ya bo Idlibê ne di rojeva me de ye

Rusya: Lûtkeya çaralî ya bo Idlibê ne di rojeva me de ye

Rûsyayê derîyên xwe ji civîna çaralî ya derbarê Sûrîyê de ligel Tirkîye, Fransa û Almanyayê re girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Rûsyayê ragihand ku lûtkeya çar alî ya derbarê Sûrîyê de ligel Fransa, Almanya û Tirkîyê ne di rojeva wan de ye. Kremlînê da zanîn ku li şûna wê kar li ser lûtkeya ligel Îran û Tirkîyê dikin.

Berdevkê Kremlinê Dimitri Peskov ragihand ku Rûsya niha kar li ser lûtkeya çaralî ya derbarê Sûrîyê de ligel Fransa, Almanya û Tirkîyê nake.

Dmitri Peskov da zanîn ku hevdîtin bo tevlîkririna Fransa û Almanya  nehatine kirin, lê Rûsya tenê li ser hevdîtina ligel Îran û Tirkîyê ya derbarê Idlibê de difikire.

Berdevkê Kremline herwiha got, ti hevdîtin bo civîneke navbera Serokê Rûsyayê Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan jî nehatine kirin.

Serokomarê Tirkîyê Erdogan, îro berî serdana xwe y abo Azerbeycanê li Frokexaneya Esenboga ya Enqerê gotibû: “Lihevkirina tam di navbera birêz Macron, Merkel û Putin de nîne.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin