Rûsya: Îlon a bê Komîteya Destûrê ya Nû ya Sûriyê li Cenêvê dicive

Rûsya: Îlon a bê Komîteya Destûrê ya Nû ya Sûriyê li Cenêvê dicive

Meha bê Komîteya Destûrê ya Nû ya Sûriyê li Cenêvê dicive.

A+A-

Meha bê Komîteya Destûrê ya Nû ya Sûriyê li Cenêvê dicive.

Nûnerê Rûsyayê li Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî li Cenêvê Genadiy Gatîlov ragihand, welatê wî bi hêvî ye, rêkeftin di demeke nêzîk de, derbarê Komîteya Destûrê ya  Sûriyê bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî bê kirin û ew Komîte li Îlon a bê, bicive.

Wî berpirsê Rûsî di di kongreyek rojnamevanî de li Cenêvê got, dibe ku di demek e nêzîk de, Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê Gêir Pedersen, rêkeftina derbarê avakirina Komîteya Destûrê ya Sûriyê rabighîne, piştî bidawîbûn a danûstandinên, di navbeyna Opozisyon û Hikûmetê de.

Di bersiva pirsa, gelo dê Komiteya Destûrê ya Sûriyê beriya dawiya vê salê bicive, navborî got, dibe ku di demek e nêzîk de be û ew hêvî dikin, di meha Îlonê de be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin